Mihemed ŞAHÎN
Yekane tişta ku zordaran ditirsîne serhildanên gel in. Di çirûskeke muxalîf a herî biçûk te mirina xwe dibînin. Lewre ji bo pêşî li serhildanan bigrin dixwazin bi zext û zor civakê bi çewisinîn, bi tepisînin û teslîm bigrin.
Desthilatdariya AKP’ê di sala 2012’an de rûpoşa xwe ya “demokrat, heq, hiqûq nas” ê ku heta wê rojê gel pê xapandibû avêt. Rûyê xwe yê faşîst û zordar derxist holê û di her warî de mudaxaleya jiyana civakê kir. Xwest li gorî xwe teşeyek bide civakê. Ev hewldanên desthilatdariya AKP’ê di nava civakê de bûn sedema nerazîbûneke mezin. Civakê di sala 2013’yan de bi berxwedana xwe ya Geziyê bersiveke dîrokî da wan.
Piştî rûpoş avêtinê, ji sala 2012’an vir ve ye desthilatdariya AKP’ê gav bi gav ji nirx û pîvanên mirovahiyê yên gerdûnî, ji demokrasiyê, ji heq û hiqûqê, ji maf û edaletê dûr dikeve. Her ku dûr ket tirs û xofa berxwedana gel a Geziyê û Serhildana Gelê Kurd a 2014’yan ku ji bo Kobanê pêkhatibû di dilê wan de mezintir bû. Ji ber wê tirsê ye ku bi ser wan serhildanan re 7-8 sal derbasbûne lê hêjî hestên wanên tolgirtinê yên li dijî van her du serhildanan bi dawî nebûne û nabin. Doz li ser dozan vedikin. Li gel biryarên dadgeha herî bilind a Tirkiyeyê û DMM ên demildest berdanê jî Demîrtaş û Kavala weke sembolên wan her du serhildanan bi israr di zinadanê de tên girtin.
Di encamê de niha li Tirkiyeyê desthilatdariya yek kesî ya dîktatoryal û zordar heye. Weke hemû zordaran tirsa Erdogan a herî mezin serhildana gele. Erdogan jî weke hemû zordaran herî zêde ji gelê xwe ditirse. Her ku tirsa wî zêde dibe zordariya wî û êrîşkariya wî ya li ser gel jî dijwartir dibe.
Ji ber wê tirsê ye ku;
Siyasetmedar û rewşenbîrên Kurdên ku li ber wan çong danaynin, rojnamegerên muxalîfên ku li ser şopa heqîqetê dimeşin, xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî yên li dijî rektorên qeyûm li ber xwe didin, serokên bajêr ên partiyên muxalîf ên ku li gel bêrxwedêrên Zanîngeha Bogazîçî cih digrin, yên ku qala hebûna qeyrana aboriyê dikin, yên ku qala rewşa xeternak a pandemiya Covîd-19 dikin û pirsa ‘çima derzî (aşî) nayê’ dikin, yên ku li dijî biryarên Erdogan derdikevin û rexne dikin, bi kurtahî hemû beşa civakê ya muxalîf a ku dîktatoriya Erdogan qebûl nake û ji desthilatdariya wî ne razîne li ber wî çong danaynin hemû xayin û terorîst tên îlankirin û di çapemeniya hewzê de hedef tên nîşandan.
Ew jî têr nake, di berbanga sibehê de tîmên taybet ên bi çekên giran xemilandî bi ser malên wan kesan de digrin, derî û dîwarên xaniyên wan bi serê wande dirûxînin, nirx û rûmetên malbatên wan bin pê dikin, destên wan di paşte kelepçe dikin û wan kesan binçav dikin. Piştre jî darazîya dozger û dadgerên ku tenê ji bo şadî ya Erdogan biryaran didin dest pê dike. Bi angaştnameyên derewîn ên vingûvala bi mehan, bi salan ew kes di zîndanan de tên girtin. Dema ku dadger neçar bimîne biryara berdanê bide dozgereke din dikare ji bo heman bûyerê angaştnameyeke nû amade bike û dîsa biryara girtinê bide.
Di pergala dadmendiya Tirkiyeyê de têgehên “Edalet û Darazê” ji hevûdu gelek dûr ketine. Êdî tu kes nikara ji bo dadgehên Tirkieyeyê qala daraze ke qanûnî û adil bike. Makeqanûn betale, dadgehên jêr biryarên dadgeha bilind nasnakin, kes guh nade biryarên DMM. Bi sed hezaran kes di zindanan de di bin navê darizandinê de dîl tên girtin.
Lewre, serhildana xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî ne serhildaneke tenê li dijî tayinkirina qeyûme. Weke çirûska destpêka berxwedana beşa muxalîf a li dijî pergalê zordar e. Yê ku pergala zordar xistiye nava tirs û xofê ev heqîqete.
Ji ber vê heqîqetê ye ku hemû rayedarên AKP û MHP’ê bi tevî trolên xwe ve bi hêrseke mezin bê navber êrîşê xwendekaran dikin û hewl didin berxwedana wan a herî rewa û bi rûmet di çavê civakê de krîmînalîze bikin û bihetikînin. Xwendekar kirin terorîst, kirin provokator têrî nekir. Di berbanga sibê de bi çekên giran bi awayeke hovanê bi ser malên wan de girtin, destên wan di pişte kelepçe kirin û ref bi ref binçav kirin. Di lêgerîna tazî re derbas kirin, eşkence li wan kirin, gef li wan û malbatên wan xwarin, lê nekarîn bi wan paşve gav bidin avêtin û berxwedana wan rawestînin.
Li gel hemû hewldanên wanên êrîşkar ên bi zext û zor berxwedana xwendekaran a ku di 1’ê Çileyê de dest pê kiriye 11 roje bênavber berdewam dike û roj bi roj li seranserê Tirkiyeyê belav dibe û tirsa dilê zordaran qat bi qat zêdetir dike.
Ciwanan bi vê berxwedana xwe ya dîrokî darbeyek mezin li desthilatdariya zordar xist û tirsa ku zordaran dixwestin li ser civakê ferz bikin qelaştin avêtin.






