Rojnameya Ronahî

Çiya Kurd: Rûsya ne xwediya proje û nêrîna çareseriyê ye

CÎHAN BÎLGÎN/ANHA

​​​​​​​Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd da zanîn ku hikumeta Şamê bi hişmendiya xwe pêşî li diyalogan girt û herî dawî li Cinêvê jî diyar bû ku ne amade ye bi ti kesî re diyalogê bike û Rûsya jî ne xwediya proje û nêrîna çareseriyê ye ku diyolog pêş bikeve.”

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku armanc ne Eyn Îsa tene ye û got, armanca wan fireh e û Kobanê, Minbic û Cizîr jî di rojeva wan de ne.”

Ji bo pêşîgirtina li pêkanîna planan, Çiya Kurd bang li her kesî kir ku tedbîrên xwe bigirin, piştgiriya QSD`ê bikin û asta têkoşînê bilind bikin.

Çiya Kurd bal kişand ser girîngiya aramî û istiqrara herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û got, herêmên me weke navenda têkoşîna li dijî DAIŞê, terorê û navenda Şerê Cîhanê yê Sisiyan hat naskirin. Eger aramiya van herêman têk biçe wê bibe sedem ku hêzên terorîst sûdê jê bigirin û xwe bi rêxistin bikin.”

Çiya Kurd herwiha behsa girîngiya berxwedana Eyn Îsa kir û wiha got: “Bi Rûsya re ti itîfaq li ser radestkirina Eyn Îsa ya hikumeta Şamê çênebûne û em itîfaqên wisa qebûl jî nakin. Em vê napejirînin û vê siyasetê rast nabînin. Wê Eyn Îsa di bin siya rêveberiya xwe ya xweser û hêza xwe ya parastinê QSD`ê de bimîne.”

Têkildarî tevgera Rûsya li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û êrişên dagîrkeriya tirkî û çeteyên wê jî, Bedran Çiya Kurd pirsên me bersivandin.

Bandora Rûsya li herêmên Rêveberiya Xweser

Li ser pirsa têkildarî Rûsya, Çiya Kurd ev bersiv da: Rûsya li herêmên Rêveberiya Xweser bibandor e. Nemaze li Efrîn, Şehba, Heleb û herî dawî jî bandora wê li herêma Minbic, Kobanê û heta beşek aliyê Cizîrê heye. Bi taybetî piştî dagîrkirina Serê Kaniyê û Girê Spî ji bo ji bo pêşîgirtina li firehbûna dagîrkeriyê alîkarî ji Rûsya hat xwestin. Ew jî dixwaze bandora xwe xurttir bike. Dixwaze di aliyê îdarî, leşkerî, aborî û çavkaniyên aborî de xwedîgotin be. Weke din dixwaze Koalisyonê û Emerîka ji vê herêmê derxe. Ev herêm bûye herêmek ku Rûsya û Emerîka nakokiyên xwe bi hev re safî dikin.

Li ser pirsa Moskova ji ber çi ji Enqere re qadên bakur û rojhilatê Sûriyê vedike, Çiya Kurd ev bersiv da:

“Çawa kut ê zanîn gelek dosya û pirsgirêk di navbera her du welatan de hene. Hin xalên ku li hev dikin û hin xalên li hev nakin hene. Derbarê Idlib, Libya û Qerebaxê de gelek hesabên wan yên cuda hene. Rûsya dixwaze erdê Sûriyê tevê bixe bin serweriya hikumeta Şamê. Ji bo wê rêbaz li gel Rûsya gelek cuda ne. Li hin herêman weke Idlibê, li dijî komên çete şer kir û paş ve bir û rê da ku hêzên rejîmê li wir xwe bi cih bikin. Ji bo herêmên Rêveberiya Xweser Rûsya heman rêbazê bi kar nayne ku bi QSD`ê re şer bike. Ji bo wê jî bi rêbazeke cuda, çawa ku QSDê û Rêveberiya Xweser Tirkiyê ji xwe re pirsgirêk dibînin, Rûsya ji vê sûdê digire û bi kar tîne. Dixwaze me pê bitirsîne, îradeya me bişikîne ku QSD û Rêveberiya Xweser ji vir derxin. Bi rêbazen wiha her tim van şantajan dike, dixwaze bi van şêwazan herêmê bixe binê desthilata xwe.”

Li ser pirsa têkiliya di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de Çiya Kurd wiha got:

“Hikumeta Şamê ne xwediya projeyeke siyasî ya diyaloga çareseriyê ye. Di heman demê de hişmendiya ku Şam pê tev digere hişmendiyeke nijadperest, hişmendiya berê ye ku ti kesî qebûl nake. Hikumeta Şamê ne amade ye bi ti kesî re diyalogê bike.”

Li ser pirsa gelo Moskova sîstemeke xweseriyê li bakur û rojhilatê Sûriyê dixwaze, Bedran çiya Kurd wiha got:

“Siyaseta Rûsya ka ji bo Rêveberiya Xweser çi ye, nayê zanîn. Qebûl jî nake, lê rasterast nabêje bila tine be jî. Di gelek hevdîtin û nîqaşan de gotin ku hûn û hikumeta Şamê li ser xweseriyê, otonomî û federasyonê li hev bikin, ew biryara we ye, em nakevin navbera we. Lê rastî ew e ku naxwaze ev herêm di aliyê leşkerî, siyasî, îdarî û aborî de xweser be. Nêrîna Rûsya ji bo herêmên me û bi taybet Kurdan xweseriya çandî ye. Derveyî vê di siyaseta Rûsya de tiştek cuda me nedîtiye.”