Yekîneyên Antîterorê li gundewarê Hesekê bi operasyoneke taybet çeteyekî iraqî yê şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê girt.
ANHA hin wêne û dîmenên taybet yên operasyona Yekîneyên Antîterotê (YAT) ya berî çend rojan li gundewarê bajarê Hesekê, bi dest xistin.
Di operasyona YAT`ê de çeteyekî şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê yê bi navê B.Z. (30) ku bi eslê xwe ji Iraqê ye, hat girtin.
Di dîmenan de belgeyên ku têkiliya çeteyê hatî girtin bi şaneyên veşartî yên din yên DAIŞ`ê re û belgeyên ku nasnameya çete ya iraqî piştrast dikin, diyar dibin.






