Bi sedan şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Gîvara Efrîn ku di qonaxa duduyan ya Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû, spartin axê.
Şehîd Bilal Hemkawî (Gîvara Efrîn) 2`yê Çileyê di qonaxa duduyan ya Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû.
Welatiyan cenazeyê şehîd ji Nexweşxaneya Avrîn ya li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê girt û ber bi Goristana Şehîdan ya li navçeya Ehrezê ve ketin ser rê.
Di merasima li goristanê de, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Berko sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku şehîd Gîvara Efrîn soza xwe anî cih û ji bo parastina ax û rûmeta gelê xwe şehîd bû.
Bi navê Rêveberiya Xweser ya herêma Efrînê Arif Şêxo jî siyasea dûrxistinê ya li dijî gelên herêmê tê meşandin, şermezar kir.
Endama Meclisa Jinan ya kantona Şehbayê Şikriye Hesen jî, Berxwedana Serdemê silav kir û got, ev berxwedan, vîn û israra gelê herêmê ji bo rizgarkirina tevayiya erde Sûriyê û vegera koçberan, diyar dike.
Pişt re endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zêne Ebdo wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir. Dû re welatiyan cenazeyê şehîd Gîvara Efrîn di nava tilîliyan de spart axê.






