Şervanên QSD’ê bersiva êrişa çeteyan ya li ser gundê Mielek yê Eyn Îsa dan û erebeyeke wan roxandin.
Çeteyên dewleta tirkî ya dagîrker xwestin bikevin gundê Mielek yê Eyn Îsa û êriş kirin.
Şervanên QSD’ê bersiva êrişan dan û şerekî giran derket. Şervanan erebeyeke çeteyan li derdora gund roxand.






