Roja Çarşemê li taxa Zeredeşt ya bajarê Serê Kaniyê ya dagîrkirî erebeyeke bombebarkirî teqiya. Li gorî agahiyên destpêk kuştî û birîndarên çeteyan hene.
Çavkaniyên herêmî ji bajarê Serê Kaniyê ragihandin ku li nêzî avayiya nifûsan ya li taxa Zeredeşt ya bajarê Serê Kaniyê ya dagîkirî, teqînek çêbûye.
Heman çavkaniyan diyar kir ku li gorî agahiyên destpêk di teqînê de kuştî û birîndarên çeteyan hene, lê agahiyên li ser jimara wan hê negihîştine ber dest.
Çavkaniyan herwiha da xuyakirin ku ji sîvîlan kuştî çênebûne.






