Li Kolana 48’an ya Kobanê qezayeke trafîkê çêbû, di encamê de ciwanekî ji gundê Mînas yê rojavayê Kobanê jiyana xwe ji dest da.
Ciwanê bi navê Mihemed Feysel Enco (22), dema motorsiklêt li kolana 48’an ya li navenda Kobanê diajot erebeyeke Hondai li qelibî û bi giranî birîndar bû.
Mihemed Feysel Enco rakirin nexweşxaneya Kobanê û ji wir jî birin ya Minbicê. Lê digel hewldana bijîşkan li wir jiyana xwe ji dest da.






