Leşkerên li bendeke kontrolê ya hêzên hikumeta Şamê gule li bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundir ya li navenda bajarê Qamişlo, reşandin.
Hêzên hikumeta Şamê Sêşema borî gule li bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundir ya li taxa Hilko ya Qamişlo reşandin.
Hêzên Ewlekariya Hundir di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiv dan êrişê.
Ji 3`yê Çile ve li Qamişlo alozî heye û hêzên hikumeta Şamê bi girtina endamên Hêzên Ewlekariya Hundir şantajê dike.






