Endamên Dîfa Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê li bajarê Qamişlo ciwanek birîndar kirin.
Endamên Dîfa Wetenî yên girêdayî hêzên hikumeta Şamê li taxa Hilko ya bajarê Qamişlo gule li ciwanê bi navê Basil Xidir Elî yê 27 salî reşandin. Di encamê de ji lingê xwe yê çepê birîndar bû.
Hêzên Aasyişê, Basil Elî yê ji navçeya Til Hemîsê rakirin Nexweşxaneya Ferman. Li gorî xebatkarên tenduristiyê rewşa wî baş e.
Ev çend roj in li bajarê Qamişlo di navbera hêzên hikukmeta Şamê û Hêzên Asayişê de aloziya ewleyiyê heye. Ev alozî piştî hemleyên girtina ciwanan ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve derket.






