Li Kobanê, kesê par hemser û zarokê xwe kuştîn ji aliyê gel ve hat darizandin û cezayê mûebed lê hat birîn.
Rûniştina darizandinê, bi hevkariya Desteya Adaletê ya herêma Firatê û Desteya Serdozgeriya Giştî li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê hat lidarxistin. Bi sedan şêniyên Kobanê, digel 57 endamên saziyên sîvîl beşdarî rûniştinê bûn.
Kesê bi navê Basim Hisên Ebdo Ebas 22`yê Sibata 2020`an hemsera xwe Huda Ehmed ya 30 salî û kurê xwe yê 7 salî li daristaneke Kobanê hemser û zarokê xwe bi kevir kuştibûn.
Ebdo ji Kobanê ye lê hemsera wî Huda Ehmed ji navçeya Şedadê ya girêdayî Hesekê ye.






