Bi beşdariya bi sedan welatiyan, cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundir Beşar Ehmed li goristana Şehîd Delîl Saroxan hat veşartin.
Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundir Beşar Ehmed ku 2’yê Çile di qezaya trafîkê de şehîd bû, bi merasimekê li goristana Şehîd Delîl Saroxan spartin axê.
Di merasima li goristanê de berdevkê Fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundir ya bakur û rojhilatê Sûriyê Elî Hesen axivî û wiha got: “Em niha li cihê herî pîroz li cîhanê, cihê têkoşîn û berxwedanê ne. Ji vir em şehîdê xwe yê Hêzên Ewlekariya Hundir Beşar yê bi navê Şêro tê naskirin dispêrin axê. Şehîd Beşar her tim rûken bû û bi ruhê berxwedanê ji bo welatê xwe têkoşiya.”
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ubeyd Etê jî diyar kir ku şehîd ew in ku bi xwîna xwe gel û xaka xwe parastin.
Piştî axaftinan, Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.
Cenaze di nava tilîliyên dayîkan û durişman de spartin axê.






