Derwêş M. Ferho
Di civîna dawî ya rayedarên YE de (10-11/12/2020) yek ji xalên giring peywendiyên YE û Turkiyê bû. Her du alî bi awayekî ciddî li ser vê civînê rawestabûn. Endamên çend fraksiyonên cuda berê civînê bang li hikûmet û rayedarên Ewropî dikir ku tedbîrên darîçav li hember Turkiyê bigrin. Lê xuya kir ku aliyê piştgirên Turkiyê berê biryarê dane erêniyê. Enca ne bi dilê Turkiyê be jî durûtî ji encamê diherike.
Her roja diçe dewleta Turk ji soz û prensîbên esasî yên ber bi YE dûr dikeve. Sedem pirr bûn ku YE tedbîrên dijwar bigre. Yekîtiya Ewropa ji her kesî zêdetir dizane ku rêznegirtina mafên merovan, dijminahî, zor û zilma li ser gelên navxwe,dewleta Turk sûcê merovatiyê û şerr li Nagorno-Karabax, Bakur-Rojhilatê Suriyê, Iraq û Libya dike. Ew baş dizanin ku rayedarê Turk soza xwe ji bo bicihanîna pirsgirêka penaberên ji Suriyê û Rojava hatine negirtiye. Ji serî de dizanin derû dike û YE dixapîne. Dizanin ku hikûmeta Turk bi xwe çeteyên xwe dişîne Ewropa ku kesên sereke yên muxalefetê bidin kuştin. Dizanin ku hedefa rayedarên Turk ew e zêdetir derfetên aborî bistîne. Ji bo vê jî dosya xetera penaber û “terorîstên Kurd” dike hêncet. tehdîd dike. Xwedêgiravî ji bo guhertinên demokratîk pêk werin her sal alîkariya bi sedan milyonan Euro dixwaze. Û YE dizane ku beşekî mezin ji wan sedmilyonan Euro ji bo şerrê dijê Kurdan û bêdengkrina muxalefeta demokratîk bikar tine. Lê di serî de Merkel Xanim, çend hêzên siyasî derî li ber tedbîrên ciddî girtin.
Hêvî ew bû ku sanksiyonên aborî werin biryarkirin. Rawestandina prosesa endametiya YE ji ber ku Turkiyê yek gaveke demokratîk ber bi demokrasiyê neavêtiye. Rawestandina firotina çekên şerr (silahên giran û sivik). Hêvî ew bû ku di serî de Fransa, Îtalya, Yewnanîstan û dewletên skandînavya pêşengiya biryareke weha bikin. Lê Îtalya, Spanya û çend dewletên din destê xwe dan Almanya û ketin pêş vê daxwazê. Ev dewlet bi tu awayî alîgirê tedbîrên neyênî û dijwar nebûn. Ji xwe rayedarên Turkiyê jî li hêviya vê yekê bûn. Û ji bo dewama alîkariya sedmilyonên belaş werin ku şerrê xwe yê qirêj di hember Kurdan de bikar bîne. Penaberên bi hezar belayî xwe gihandine Turkyê jî li çara serê xwe bigerin.
Sedema ku birayrek dijwar hember Turkiyê nehatiye stendin peywendiyên wan yên aborî ne. Li gor agahdariyên International Peace Institute in Stockholm, îtalya û Spanya di navbera 2015 û 2019 de 43 % çek firotine Turkiyê. Firotina çekên Alman jî reqemeke pirr mezin e. Eger em exporta Almanya ber bi Turkiyê jî bikin ser de ewê reqem gelekî mezintir bibe.
Di 17ê meha Qanûn 2020 de Enstituya Kurdî ya Brukselê konferanseke internêtê amade kiribû. Herçend e ji hemû partiyên siyasî nûner hatibûn daxwazkirin, ji sedemên cuda bes ji du aliyan bersiv hat. Joris Nachtergaele û Ludo debrabander beşdarbûn. Her du beşdar li ser proje û lîstikên dewleta Turk hemfikir bûn. Pirs, pêşniyaz û daxwazên guhdaran jî di vê çarçeweyê de bûn. Pirranî jî hemfikir bû ku ciyê dewleta Turk, projeya Osmaniyên nû û Îslamo-Turk di nava YE nine.
Di vê çarçeweyê de hikûmeta Flaman li Beljîka, biryara firotina çekan û her awayê hevkariya leşkerî bi Turkiyê re rawestandibû. Lê di temamiya Ewropa de yek herêm gelek giran nayê.
Berjewendiyên jeopolitîk û aboriya nav dewletî, endametiya NATO pêşiya hemû awayên tedbîrên dijwar digre. Tenê du tişt dikarin vê rewşê biguhere. Raya giştî û muxalefeta Ewropa û yekrêziya hêzên Kurdistanî.






