Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ne Dêr Bi Kêrî Kurdan Hatiye Ne Ji Mizgevt

08/01/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Kurd û Dîroka Komara Tirk 7
Share on FacebookShare on Twitter

Sîpan Şînda

Piştî ku Kurdan Îslamiyet bi awayekî girseyî qebûl kirîn (637-642), êdî ew ji wê rojê û pêde bûne xulam û xizmetkarê Îslamê û hetanî roja me ji ew bi awayekî xas baweriyê bi vê olê tînin û li pey eqîdeya wê diçin. Lê belê her çend Kurdan demekî dirêj ji bû Îslamê şer kirine û hê jî heke Îslam bikeve di nava tengiyê de, Kurd pê ve dibezin û canê xwe gorî dikin ji, mixabin Îslamê ev wefakarî û sedeqeta Kurdan tu caran ne dîtiye. Hikimdar û xelîfeyên Îslamê kengê ketibin di nava tengiyê de gazî Kurdan kirine, zirtê wan dane û wan jî ji bû ola “xwe” şer kirine û canê xwe dane. Lê mixabin xelata wan ji her û her bûye bindestî! Çi hikimdar û xelîfên vê olê tu caran ne gotine mane ev ji bawermendên vê olê ne û mafê wan ji yê jiyanê heye. Tu caran negotine ka bila ev “birayên” me Kurd ji bibin xwedî dewlet, xwe biparêzin, ziman û çanda xwe biparêzin û pêjve bibin. Dema li wan biye tengî, gotine Kurdan em “birayê” hevin, dema bûye firehî ji pişta xwe dane wan. Ne tenê pişta xwe dane wan; her weha ew kuştine, qetil kirine, sergum kirine, malê wan talan kirine. Tişta ne anîn serê wan nemaye. Lê mixabin Kurdan ji tu caran aqilê xwe ji van kiryarên wan “birayên” qatilê xwe negirtine. Ji wê ji bûrîne û dema ne li qirdê wan be Kurdan weke agirperest tewanbar dikin û bi vî hawî ji qetlê wan li xwe helal dikin. Hetanî îro ji, heroj Kurdan li ser navê vê olê dikujin, lê mixabin hêj hinek Kurdên ku bi vir û zirtên wan qatilan dixapin hene.

Piştî ku xwendin di nava Kurdan zêde bî û Kurdan cîhan ji nêzîktirve naskirin û pêjve çûnên di cîhanê de dîtin, gelek xwendayên Kurdan berê xwe ji oldariyê badan û berê xwe dan bîrdoziyan. Ango bi mejiyekî sekûler nêzîkî jiyanê bûne. Ev sekûleriya henê ji bûye weke olekê ji wan re û xwe bi wê ve girê didin. Bîrdozî êdî wergerîne olê ji bo wan. Lê mixabin, evê ji weke olê, tu çelape ji Kurdan re neşikandine û tu caran çi derî ji Kurdan re ne vekerine. Sosyalîzma ku Kurdên sosyalîst bi salan e xwe pê nav didin, ji Îslamê xirabtir aniye serê Kurdan. Hetanî îro ji li rojhilata navîn sosyalîst xwîna Kurdan dirijînin û didin rijandin, wan qir dikin, talan û sergum dikin. Ji Beesiyên Ereb bigire hetanî komunîstên Rûs û Tirk, hemû ji dema bazar dibe Kurd xwediyê yek hizir û nêrînê ne. Dibe ku  carna jiber berjewendiyên xwe yên netewî li hev nekin. Lê belê di taliyê de riyekê ji wê re ji dibînin. Weke çawe îro li Rojava heman lîstokên qirêj dilîzin. Aliyek li ser navê oldariyê dike, aliyê din ji li ser navê bîrdoziyê dike.

Belê aliyek Kurdan dikuje û diçe dêrê gunehê xwe dide efû kirin, aliyê din ji Kurdan dikuje û diçe mizgevtê gunehê xwe dide efû kirin! Kurd ji hêj ji dêr û mizgevtê bawer dikin. Lê mixabin hetanî îro ne dêr bi kêrî Kurdan hatiye û ne ji mizgevt bi kêrî wan hatiye. Hêvî dikim rojek zû deriyê dêr û mizgevtan li Kurdan bigirin, de aqilê wan bê serê wan! 07.01.2021

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.