Ahmet Aktaş
Hema mirov dikare di despêkê de vê pirsê bike û di bersîva wê de heman bersîva sernivîsa me jî derdikeve holê: Ma kî li dijî lihevhatin û tifaqa tevgêra Kurd û Kurdistanî ye? Bêgûman bersîv; dewleta tiraka ya mêtinger e!
Ji xwe dewleta tirka, vê armanca xwe, ne veşisrtî, belê aşkere û bi dengê bilind dibêje. Ma ji bo Konreya Neteweyî, li Hewlêrê civîna berfireh çênebû? Yê ku nehişt ev civîn bi serkeve, ne heman dewlet bû? Yê ku di despêka lihevrûnuştina PYNK û ENKS de, li dij rabû û daxwiyanî zindî da, ne wezîrê vê dewletê Çavuşoglu bû?
Her wiha yê ku çav berdayê dagirkirina çar parçe Kurdistanê û gelek cih ji nuha ve dagirkiriye ne heman dewlet e?
Îca divê ne kes xwe û ne jî hewl bide kesên din bi xapîne. Yê ku tevgêr û tifaqa gelê Kurdistanê naxwaze kî ye diyare, li ber çava ye. Yê ku dixwaze, hîn bêhtir aşkere ye û weke roniya rojê li ber çava ye; gelê welatparêzê Kurdistanê ye. Yên ku li derveyî vêna man an jî bi afirandina hinek hincetên/sedemên ne rasteqîne, li gel vê dewleta dagirker cîh digre kî ye/kî ne?
Hema yekser em bêjin, yê pêşengtiya vê hevalbendiya li gel dewleta tirka dagirker dike PDK ye. Li goreyî dîtina min, PDK jî vê hevalbendiya malxerab naxwaze, lê ji ber van 2 sedeman vê “dostaya” sixte didin meşandin: Yek tirs, dudu timahî! Tirs, ne ji dil e, ji encama bê îradeyeyê dibe ji naçarî. Belê timahî, ji encama fikra takekesiya xwe di ser gel re digre ye dibe ji dil! Ev herdu diyarde, dema di kesayetiyekê de bûn yek, wê wextê mala mirovan dibe xerakirinê. Êdî nirxandina hûr û kûr ji xwendevanan re!
Ji aliyekî din ve, ew kesên ku xwe zana an jî bi navê serokê hinek “partiyan” xwe siyasetmedar nîşan didin û pişgriya wê hevalbendiya dujminkarane dikin, mirovan gelek hêrs dikin. Şwîna, yekî ketibe rêya şaş jê vegerîne, hîn pirtir dajon nava xerabiyê.
Li aliyê din, yên ku dewleta mêtinger a tirka hîn zêdetir daf dide/han dide nava armancên dagirkeriyê, ne bi tenê DYE ye, dewleta Rûsya jî na raweste. Nuha wê siyaseta qirêj û şantajwariya li Eyn Îsayê dide meşandin, dewama Efrînê ye. Dixwaze vê dema valatiya Serokatiya DYE’yê, weke fersend bi karbîne û tirka tûşî êrîşkariyên hîn xerabtir bike. Hilbet tevgêr û siyasetmedarên kurdan, van plan û projeyên dijî xwe dibînin û li goreyê wê amadekariyên xwe dikin.
Lê belê weke her car, divê dîsa were gotin, dermanê çareseriyê ji bo Kurdistaniyan, avakirina tifaqê û xurtkirina tevgêrê ye. Divê kurd, loma û gazinca ji derve nekin, li xwe vegerin û yekîtî û têkoşîna xwe xurtir bikin; dermanê her nexweşiyê bi tenê ev e.






