Li bajarê Serê Kaniyê ya dagîrkirî, demekê ku di navbera çeteyan û eşîra El-Qeracînê de tevlîhevî derketiye, erebeyeke bombebarkirî teqiya.
Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku di nava rewşa tevlîhev ya li Serê Kaniyê ya dagîrkirî de erebeyeke bombebarkirî teqiya.
Çavkaniyan da zanîn ku teqîn li nêzî sûka sebzeyan ya li ser riya bajarokê Til Xelef çêbûye. Heman çavkaniyan diyar kir ku di teqînê de kuştî û birîndar çêbûne û ji wan sîvîl jî hene. Lê jimara kuştî û birîndaran nehat zelalkirin.






