Li ser riya Elî Fero ya gundewarê Qamişlo qezayeke trafîkê çêbû. Di encamê de 2 kes mirin, 3 jî birîndar bûn.
Li ser riya Elî Fero ya gundewarê rojavayê bajarê Qamişlo du erebe li hev qelibîn. Di encamê de 2 kes mirin, 3 jî birîndar bûn. Welatiyan mirî û birîndar rakirin nexweşxaneyên bajarê Qamişlo.
Derbarê nasnemeyên mirî û birîndaran de agahî bi dest neketin.






