Li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê teqînek çêbû. Li gorî agahiyan kuştî û birîndar hene.
Li gorî agahiyên çavkaniyan dayîn ANHA erebeyeke bombebarkirî li nêzî Firûna Alî ya deriyê ketina navçeya Cindirêsê hatiye teqandin.
Çavkaniyan diyar kir ku kuştî û birîndar hene.
Li herêmên ji aliyê dewleta tirkî ve hatîn dagîrkirinê tevlihevî heye û bûyerên kuştin û revandina sîvîlan zêde bûne.






