Piştî ku hêzên hikumeta Şamê endamekî Asayişa Qamişlo girtin, li bajarê Qamişlo aloziya ewleyiyê derket.
Endamên hêzên hikumeta Şamê êvara Yekşemê endamekî Asayişa Qamişlo girtin.
Li ser vê rewşê Hêzên Ewlekariya Hundir ya bajarê Qamişlo jî endamekî Hêzên hikumeta Şamê girtin. Di encamê de li bajarê Qamişlo aloziya ewleyiyê derket.
Li gorî agahiyên çavkaniyeke di nava Hêzên Ewlekariya Hundir de dayîn ajansa nûçeyan ANHA ji bo berdana girtiyan di navbera her du aliyan de danûstand tên kirin.
Heta dema amadekirina nûçeyê jî pirsgirêk çareser nebûbû.






