Navenda Çapemeniya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundir ya bakur û rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku endamekî Hêzên Ewlekariya Hundir Beşar Ehmed di qezayeke trafîkê de şehîd bûye.
Daxuyaniya Navenda Çapemeniya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundir ya bakur û rojhilatê Sûriyê têkildarî mijarê wiha ye: ”
“Endamê hêzên me ya Asayişa bakur û rojhilatê Sûriyê Beşar Nayif Ehmed 2`yê Çileya 2021`ê dema li ser erkê xwe di qezayeke trafîkê de şehîd bû. Em sersaxiyê malbata şehîd Beşar re dixwazin û dibêjin emê li ser xeta şehîdên xwe bimeşin.
Nasnameya şehîd wiha ye: Nav û paşnav: Beşar Ehmed. Navê bav: Nayif. Navê dê: Ferîda. Cih û dîroka jidayîkbûnê: Hilko 20/01/1996. Cih û dîroka tevlîbûnê: Qamişlo 26/03/2016. Cih û dîroka şehadetê: Qamişlo 2/01/2021






