Di teqîna li sûka navendî ya bajarê Hesekê de du sîvîlan jiyana xwe ji dest da û bi kêmayî 20’jî birîndar bûn.
Li sûka bajarê Hesekê, endamên “Dîfa Wetenî” ya girêdayî hêzên hikumeta Şamê, bombeyeke destan avêtin dewriyeya hêzên hikumeta Şamê. Di encamê de zarokek û mêrekî 39 salî bi navê Omer Hisên El-Mihemed jiyana xwe ji dest da. Herwiha bi kêmayî 20 sîvîl birîndar bûn
Ji birîndaran navên 16 ‘an hatin naskirin; Senaa Mehmûd El-Sehn, Murteda Elî Zemzem, Safî Mihemed El-Etreş, Yasir Îsmaîl El-Hemed, Deham Efîn, Mûsa Mihemed Agop, Ebdulqehar Hentûş, Salih Xelef Sayir, Mehmûd Telal El-Salih, Mihemed Salih Sayir, Îzedîn Mistefa, Meryem Îbrahîm, Emanî Mihemed Heyder, Elî Îdo Xilêf, Ehmed Îdo, Emîna Salim.
Li sûka bajêr, di navbera hêzên hikumeta Şamê û Koma Dîfa Wetenî ya girêdayî wê de tevlihevî heye, dikan jî hatin girtin.






