Derwêş M. FERHO
Di hejmara buhûrî de min li ser hin biyanî û dîtinên wan li ser yekîtiya Kurdan nivîsîbû. Îro mijara me dîsa li ser çendek ji wan biyaniyan e. Xêrnexwaz û tirşikçiyên li Ewropa. Xwedîgiravî “sosyal demokrat, çep û parêzvanên mafên merovan.”
Di hejmara Uitpers, 22.12.2020 de yek ji rojnamevanên ku li ser Kurdan pirr dinivîse, hemû hestên xwe yên dijî Kurdan, tevgera azadiyê verîşa ye. Baş dide xuyakirin ew çiqasî bêojdan e. Xêrnexwaziya wê diçe heta muxbirtiyê. Hedwig Kuijpers, berî niha li ser mijara pirsgirêka Yekbûna Kurdan nivîsî bû. Min ji ew mînak dabû û dilêşiya xwe nivîsîbû.
Di destpêka meha Qanûnê de şandeyek ji parlementer û rojnamevanên Beljîkî seredanek li Rojava dabûn. Di seredana xwe de kampên penaberan, dezgehên rêveberiya Rojava û berpirsiyarên saziyan dîtibûn. Encama wan hevdîtinan gihabûn wê baweriyê ku ne bes çareseriyeke kesên ji Beljîka çûne û beşdarî DAIŞê bûne were dîtin, herweha 50 kes jî ji maxdûrên Kurd werin Beljîka û tedawiya tendurustiya xwe bikin.
Xanima rojnamevan bi beşa yekê ku DAIŞî bikaribin vegerin razî ye. Vê yekê îhtîrama mafên merovan dibîne. Nabêje ew kes çûne û bûne sebebê gelek kuştin û wêrankirinê li Rojava. Nanivîse ku ew heta roja îro jî, li kampên mîna Holê, nanê Kurdên ku wan dixwest bikujin, belkî jî kuştine, dixwun. Nabêje ew girtiyên DAIŞî li hêviya fersendekê ne ku Xelîfê wan dîsa rabe û ew dîsa bikevin nava refên çeteyan û kuştin, dizî û xerabiyê bikin. Rojnamevana me daxwaza vegera wan kesan mirhovane, insanî dibîne.
Rojnamevana me di nivîsa xwe de xêrnexwaziya xwe ji bo Kurdan, zelal dide xuyakirin. Ew li dijî beşa duyemîn disekine. “Çawa şandeya Beljîkî dikare daxwaz ji dewleta Beljîka bike 50 Kurdên mexdûr ji bo tedawiya tenduristiyê werin Beljîka? Qey ew nizanin ku gelek ji wan di nava refên PKK de ne û PKK jî weke hêzeke terorîs li ser lîsta terorê ye?” Xwedê çavê te kor bike û bela mezin li ojdanê te kom bibe. Mexdûr, qurban û belengazên Kurd “terrorîst” in lê ew wehşên DAIŞî xwedî mafên insanî ne. Guneh in, gereke e ew vegerin nav malbata xwe. Xuya ye rojnamevana xedîgiravî mafên merovan diparêze, dilşewata çeteyên DAIŞê ye.
Di aliyê din de wê nebihîstiye yan jî naxwaze bibihîze ku di roja 8ê adara 2020 de Dadgeha Beljîka paş deh salan doza ku bi daxwaza Turkiyê li hember Tevgera Azadiyê hatibû vekirin biryareke dîrokî stendibû: PKK ne terorîst e. Aliyek ji şerr e. Dadgehê hem aliyê Turkiyê û hem jî dozgerê Beljîkî neheq derxist. Ev biryar jî bi detay û berferehî şîrove kir. Biryara dadgehê bi çend zimanên Ewropî di çapemeniyê de hat belavkirin û ne mimkin e kesekî rojnamevan ji vê yekê ne aghadar be. Lê xuya ye “demokrat”, rojnamevanên xêrnexwaz û tirşikçî naxwazin vê rastiyê bibînin û qirêja di mêjiyê xwe de paqij bikin.
Di nivîsa berê niha de li ser têkiliyên sar di navbera partiyên siyasî yên Kurdî de agahdarî dabû. Meriv dikare bêje ku ev rastiyeke. Lê di vê nivîsa xwe de ew muxbiriyeke baş dike. Dezgeh û rêvebirên Beljîka hişyar dike ku ew haj ji vê pirsgirêkê hebin. Dewleta Turk aciz nekin. Eman eman kesekî ji mexdûrên Kurd neyênin. Ewê Turk aciz bibin.
Anîna DAIŞîyan pirsgirêk nîne. Karekî mirovane ye. Lê maxdûrên Kurd, qurbanên terorîstên DAIŞîyan, nebe hûn bînin Beljîka.
Dema ez nivîsên kesên weha dixwînim, tiştên weha dibihîzim, hê zêdetir dilê min ji hêzên me yên siyasî dişike. Dilê min û gelek kesên di diêşe. Lê pozê kê dişewite?






