Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

PDK û “Pêşmergeyên Roj”

04/01/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Gelo wê Beşar Esed bikaribe pêşî li pevçûnan bigire?
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî BEDRAN

Pêdivî heye ku mirov li ser nehatina PDKê ya yekîtiya neteweyî û têkiliyên wê yên bi dijmina Kurdan ya sereke dewleta tirkî re raweste. Têkoşîna gelê Kurd û encama afirandî gihatin asteke wisa ku ne herêmê tene bandorê li dinyayê jî bike. Berê dewletên dagîrker Kurd ji dinyayê qut dikirin û çawa ku dixwestin dimeşandin yan jî dikuştin. Dijminên Kurdan Kurd bi dinyayê didan naskirin. Kurd niha bi giranî ji wê rewşê derbas bûne. Niha ew bixwe xwe bi dinyayê didin naskirin. Bi taybetî têkoşîna li dijî DAIŞê û hevbeşiya bi koalisyonê re li dinyayê nêrîna li Kurdan hat guhertin. Di şkandina belayeke weke DAIŞê de Kurdan rola pêşengiyê û stratejik pêk anî. Ji aliyê gelên cîhanê ve hatin heskirin. Ji bo sekinandina bilindbûna Kurdan û rakirina destkeftiyên wan dewleta tirkî tişta ji destê wê hatî kir. Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê dagîr kirin. Ji bo ku Rojava tevê ji holê rake û Kurdan ji herêmê derxe hewldana xwe didomîne. Dewleta tirkî li Bakur, Başûr û Şingalê jî bi armanca temamkirina qirkirinê şer berfireh dike.
Çawa ku tê dîtin gelê Kurd di rewşeke dîrokî û krîtîk de ye. Pirsgirêka wî ya man û nemanê heye. Tişta li hemberî vê bê kirin ew e ku tevayiya parçeyên Kurdistanê, partî tev û hêzên welatparêz li ser xeteke neteweyî werin cem hev û vê hêza har û qirker rawestînin. Partî, parçe gel tev di hedefê de ne. Kurdan karî xwe, berxwedana xwe û doza xwe ya heq, herwiha faşîzma tirkî ya qirker bi dinyaê bidin naskirin. Bi yekîtiyeke xurt û xebateke dîplomatîk şkandina faşîzma tirkî mûmkin e. Ev firset û geşedanên dîrokî di rûyê PDKê de di xeterê de ne. Ji bo tesfiyekirina PKKê û gerîla PDK hevalbendiya dewleta tirkî dike. Ya xwezayî ew e ku PDK bi gerîla û gelê li Bakur re yekîtiyê çêke. Lê PDK tersê wê dike. Li Amedê HDPê bi tevlîbûna bi milyonan newroz pîroz kir. Dawetname ji Mesûd Barzanî re şandin. Kongreyên HDPê çêbûn, lê rêveberê PDKê tevlî wan nebûn. Mesûd Barzanî li Enqere tevlî kongreya AKPê bû. M. Barzanî carekê çû Amedê lê ne bi daweta Kurdan, dîsa bi Erdoganê faşîst re çû û destek da kampanya wî ya hilbijartinê.
Ev tev li ber çavê gel bûn. Niha jî çekdarên xwe dişîne herêmên gerîla û dixwaze wan dorpêç bike û ji bo şer xwe amade dike. Şerekî di nava Kurdan de wê ji şerê bi dewleta tirkî re pirtir ziyanê bide. Ji bo ku ev mijar çarenûsa gelê Kurd eleqedardike, ne mijareke wisa ye ku sivik lê binere. Berî niha jî di nava rêxistinên Kurdan de şer çêbû. Partiyan hêza xwe ne li hemberî dijmin, li hemberî hev bi kar anîn. Cenazeyên zarokên Kurdan ji wan re çûn. Bi gel re şkestin, hêrs û bertek çêbûn. Baweriya wan ya li heberî yekîtiyê lewaz bû. Bi kurtayî zerera wan şeran ji ya şerê bi dagîrkeran re girantir bû. Di çavê dinyayê de itibara Kurdan lewaz bû û wiha li wan hat nêrîn; nikarin bibin yek, nikarin li hev werin, bi hev diçin, li paş mane û ne polîtîk in.
Dewleta tirkî PDK gav bi gav kişand nava şerê navxweyî yê Kurdan. PDK, li şûna ku li hemberî vê bibe xwedîhelwest, hêviya xwe bi dijmin ve gire da û perçiqandina tevgerên kurdî yên j bo xwe dijber dibîne kiriye siyaset. Her tiştî ji bo desthilatdariyê dikin. Li şûna ku hebûna partiyên din û cudabûna wan qebûl bikin bikevin ser xeta demokrasiyê dixebitin ka wê çawa wan tesfiye bikin. Piştgiriya gerîla li aliyekî, dixebitin ka wê çawa wan bixin tengiyê. Weke din bi navê “Pêşmergeyên Roj çîrokek derxistin. Qaşo ev hêz, hêza Rojava ye û diviya bişînin Rojava. Dîsa qaşo girêdayî ENKSê bûn. ENKSyî nikarin zikê xwe têr bikin. Yên wan perwerde û finanse dikin PDK û dewleta tirkî ne. Weke din ti têkiliya wan bi Rojava re nîne. Ne guleyek berdana DAIŞê, ne dagîrkerên Tirkan. Ji bo hina bûne leşkerên bipere ku wan ji xwe re bi kar bînin. PDK ciyê dixwaze wan dibe bi kar tîne. Çawa dewleta tirkî bermayiyên DAIŞê û El Nusra li hemberî Kurdan û welatên din bi kar tîne, PDK jî “Pêşmergeyên Roj” wisa bi kar tîne. Navê wan kirine pêşmerge, lê ti têkiliya wan bi wî navî re nîne. Di nava wan de yên welatparêz ji Rojava hebin, dikarin vegerin ciyê xwe xizmeta gel bikin. Ti kesî pêşiya wan negirtiye. Lê ji bo ku li Rojava şerê navxweyî derxin hatine birêxistinkirin, gel destûra wan nade. Tişta balkêş di perwerdeya wan de derbarê dagîrkerên tirkan de wan zana nakin. Di tevayiya perwerdeya wan de, behsa xerabiya QSD, YPG û PYDê dikin. Dixwazin wan bikin dijminê van hêzên şoreşê.
Êdî dem hatiye û erkek e ku gelê Kurd û partiyên Kurdan li hemberî van hewldanên PDKê yên xerabker helwesteke bibandortir nîşan bidin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.