Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di destpêka sala 2021’an de rojeva Cîhanê;

04/01/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Qanûna îmhakirina saziyên civakî
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed ŞAHÎN

Şîrketa aqilê çêkirî NURO li eyaleta Kalîforniya ya Emerîkayê destûra belavkirina kargoya bi wesaîtên hewayî yên bêmirov girt. Êdî dê kargoyan bi wesaîtên hewayî yên bêmirov ji navnîşanan bigrin û bibin teslîmê navnîşanên din bikin.

Maşîneyên Dîzel ji ber ku hewayê zêde qirêj dikin li welatê Ewropa û Emerîkayê hatine qedexekirin. Wisa xwiya dike ku dê demek gelek nêzîkde maşîneyên bi Benzîn jî hêdî hêdî cihê xwe bihêlin ji maşîneyên bi Elektrîk re.

Li gorî daneyên sala 2020’an tenê sermayeya şîrketa TESLA ya Emerîkayî zêdeyî sermayeya Ford, Honda,  Toyota,  BME, GM, VW hemûyane. Yanî sermayeya van 6 şîrketên navdar ên cîhanê hemûyan komê serhev bikî bi qasê yek TESLA ye kî nakin. Hevrikê TESLA’yê LUCID li eyaleta Arîzonayê di salekî de fabrîkeya hilberîna maşîneyan ava kir.

Şîrketa Endezyariyê GESTE ya Fransî ji bo bikaranîna rêwitiya di navbera bajarên Marsîlya û Aîxê de amadekariya çêkirina “Loopê” dike. Loop weke wesaîteke hewayî ya biçûk û bêyî ajokar dê bi aqilê çêkirî bixebite. Dê bê navber û bi lezeke nedîtî rêwiyan ji îstayonan bigre û deyne. Dê siwarbûn û peyabûnê bi aqilê xwe yê çêkirî bişopîne û biryara liv û tevgara xwe ew bixwe bide.

Li Fransayê Texsîya Ser behrê ya bi navê “Bilqiq” bi navê xwe yê Ingilîzî “SEABUBBLE” tê çêkirin. Çûna vê texsîyê ya li ser behrê dê bişibe firîna li ser avê. Her ku leza wê zêde bibe dê weke çûka ku li ser avê bifire bilind bibe û bifire.

Şîrketa bi navê VIRGIN HYPERLOOP cerebeya xwe ya yekemîn a rêwitiya di hundirê “Tupê Vaqûmkirî” de pêk anî. Rêwitiya li hewa, bi lezgîniyeke awarte û bê ajokar dest pê dike. Mirov bê hemdê xwe dikeve nava kelecaneke mezin. Bi îhtîmaleke mezin dê di salên pêş de ew jî bibe wesaîteke rêwitiya nav bajaran.

Teknolojî di pêşketin û di hilberînên xwe yên nû de sînoran nas nake. Nano Robotên ku di damarên laşê me de digerin û wesaîtên hewayîyên bê mirov ên bi qasê kafa destên me çêkirine bandoreke mezin li jiyana me dikin.

Teknolojiya mRNA yê ji bo peyda kirina derzî (aşî) ya Covîd-19 derfeteke mezin pêşkeşî mirovahiyê dike.

Ev pêşketinên teknoljîyê bi qasê ku ji bo mirovan girîng in ji bo parastina xwezayê jî bi ewqasî girîng û watedar in.

Belê, di destpêka sala 2021’an de Cîhan bi van geşandan ve mijûle.

Di destpêka sala 2021’an de rojeva Tirkiyeyê;

Tecrîda Îmralî ya li ser Rêberê Gelê kurd. Berxwedana girtiyên zîndanan a ji bo rakirina tecrîda li Îmralîyê. Rewşa awarteya ku 5 sale bê navber bi hemû dijwariya xwe di meriyetê de ye û bi destê waliyan ji bo çewisandin û tepisandina civakê û muxalefetê tê bikaranîn. Ji helîkopterê avêtin û kuştina kurdan û ji hêla waliyan ve parastina kujeran û rewakirina wan kuştinan. Bi biryarên di hukmê qanûn de (KHK) yan ji kar dûrxistina 160 hezar kesî. Talan, wêran û xespkariyên pergala qayûman. Êrîş û dagirkeriyên li ser çarparçeyên erdnîgariya Kurdistanê. Qirkirinên siyasî û nîqaşên tesfiyekirina HDP’ê. Komkujiya jinê û nîqaşên vekişîna ji peymana Stenbolê. Bêkarî, xizanî û qeyrana aboriyê. …

Li gel van xalan, xalên weke; “Gelo xweda Tirkî nizane? Gelo dê kengê derzî (aşî) ya covîd-19 were Tirkiyeyê? Gelo dê biryara DMM’yê pêk were û S. Demîrtaş were berdan? Ez makeqanûn nas nakim. S. Demîrtaş û O. Kavala ti carî bernadim. Biryara DMM siyasî ye me eleqedar nake. Ji ber hişkesalî Duaya Baranê” jî bi hemû germahiya xwe di rojeva Tirkiyeyê de cihên xwe digrin.

Sedema nepêşketina Tirkiyeyê ya sedan salan di van rojevan de diyar e. Yên ku dibêjin çima Tirkiyeyê nakin endamên Yektiya Ewropayê ji kerema xwe re bila her du rojevan bidin ber hevûdu dê sedema wê bibînin. Tenê ne sedem dê cudahiya hişmendiyan jî bibînin. Heta ev hişmendî li ser kar be dê meşa Tirkiyeyê her tim ber bi rojên reş û tarî be.

Bêguman maka van rojevan hemûyan pirsgirêka kurd bi xwe ye. Ew jî tê wê wateyê ku heta pirsgirêka kurd neyê çarserkirin dê ti carî rojeva Tirkiyeyê neguhere. Ji bo çareseriyê jî pêdivî bi guherîna hişmendiyê heye.

Weke ku Îbnî Haldûn 600 sal berê gotî “erdnîgarî qeder” be jî di pergaleke wisa reştarî de jiyîn neqedera tu kesî ye. Qedera me di destê me de ye. Yê ku vê reştariyê biçîrîne û bavêje dê berxwedana me bi xwe be.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.