Medeni FERHO
Em, serdema emperetoriyên koloniyan de ne û şerê sêyemîn di vê çarçovê de dewam dike… Rojhilata Navîn, car din bûye laboratuara buyerên, hêzên global û hevkarên wan bi lîstikên balkêş, ayar û zembereka komên xelkê û mirovant dilîzin.
Yekemîn car e, gelê Kurd, li hespê demê suwar bûye, li dijî bahoza tofanî ya li xaka Kurdistanê radiweste û di arena siyasî ya cîhanê de rûniştiye.
Ez behsa du qonaxan dikim: Yek, beriya PKKê, du piştî PKKê…
Beriya Tevgera Azadiya Kurd, li Başûrê Kurdistanê şerekî neteweyî hebû, lê sînorên herêmê derbas nekir, di elîtîzma saziyên mafên mirovan de ma.
Piştî Tevgera Azadiya Kurd PKKê, kronolojiyek dir]j derkete holê, li çar parçeyên Kurdistanê şerê neteweyî xurt bûn û di demeke kin de Kurd di arêna siyasî ya cîhanê de rûniştin…
Di dema ku bi macera û ola radîqal çeteyên DAIŞê derxistin holê, mirovanî kirin bin metirsiyek mezin, Hêzên global, dewletên di şerê yekemîn yê cîhanê de wek tempon hatinavakiribûn, li hemberî çeteyên DAIŞê têk çûn.
Dewleta Tirk, metirsiya çeteyên DAIŞê firset dît, bi lîstika çeqûberkê, li benda ketina Kobanê ma û xeyalên limêjkirina li mizgefta Emeviyan eşkere kir.
Ewropiyan, gotina, “Trk, belayek ku Xwedê şiyandine” dubere kirin.
Mucîze bû, hêzên PKKe û gelê Kurd, çeteyên DAIŞê têk birin, mirovanî ji metirsîna mezin rizgar kirin. Kurd, li paytextên cîhanê, ne ji bo mînaka “lihevhatina du partiyên Başûr”, weke nûnerên gelê Kurd û rûmeta mirovaniyê hatin pêşwazî kirin.
Piştî vê nexşeya biçûk ya siyasî, em werin ser mijara xwe: Beriya Tevgera Azadiya Kurd PKKê, li Bakurê Tirkiyê, ne tevgera siyasî, dengê du kesayetan, yek entelektuelê Kurd Musa Anter, yek sosyologê Tirk Îsmaîl Başîkçî hebû.
Kekê Musa Anter siyasî bû, Mamoste Îsmaîl Beşîkçî akademîsyen bû…
Her du kesayet li dijî konjoktura sedsala bêqudoş û destîniya gelê Kurd derketin, berdêl jî dan.
Her du kesayetan dixwest, rêhevaltiya şoreşa civakî ya Kurdan bikin.
Kek Musa Anter bi komployek rezîlane şehîd kirin… Mamoste Îsmaîl Beşîkçî bi rêbaza “ezelen û ahîren” riya xwe devam kir.
El Heq, geh destê PKKê girt, geh li dijî PKKê derket… Lê daxwaza xwe ya dewleta Kurd terk nekir. Erê terk nekir, lê di referanduma Başûrê Kurdistanê de, terpilî… Erê ew nedît, lê “hevkariya paralel ya PDK û dewleta Tirk” jî, ji nedîtî ve hat.
Belkî ne mijara wî bû, baş e, rêbaza zanistî, belkî destur neda, baş e…
Lê, dewleta Tirk, ew edîsyona îlahî ya gorbihiştî Mele Mustafa Barzanî têk bir, Mamoste Îsmaîl Beşîkçî, di guhên zarokên wî de, bi dengekî hêdî jî dijberiya xwe ne anî ziman.
El heq, şîret li rêveberên Başûrî kirin, lê qet “Planên Islahata Başûr” û desthilatdariya du serî ya Başûr bi argumentên sosyolojîk ne nirxand.
Îro jî, bi kiryarek klasîk ya dagirkeriyê, hem hişmendiya dîrokî, hem ya rojane, di aliyê siyasî, askerî, sosyolojîk, îstîxbaratî û aborî de hatiye destgîrkirin.
Eger, dewleta Tirk, bi rêbazên Doktrîna Truman çûbe Başûrê Kurdistanê, li ser îradeya desthilatdarî û hizbên herêmê rûniştibe jî, pêwistî bi dijberiyek zanistî heye.
Ez nabêjim, sosyolog Îsmaîl Beşîkçî çima ne nivîsî, ew mafê min nine, lê gelo pif kire guhên desthilatdarên PDKê, yan na? Meraq dikim. Herî hindik û gelo; gotinên Serfermandarê demê Ilker Başbug, ku di 2007an de, li Akamdemiya Harbê got; “Tehdîda asil Bakurê Iraqê ye, ewder wê ji bo hemwelatiyên me yên Kurd, bibe kêşa navendî” anîne bîra wan.
Dikaribû bêje, desturê nedin, “turkîfikasyona” li herêmê, wê we biqurpînin.
Mirov hêvî dike, piştî ku ew nîvîsa ku PKKe û Heşdî Şabî kirin yek kefikê, gotina “dive PKKê ji Başûr were derdxistin” bikar anî, mirov dipirse û dibêje; Piştî wê nivîsê, dubendî û parçebûna di nava Kurdan de car din kulîlk vekirin.
PSK û hin partiyan din, li gorî plansaziya dewleta Tirk dest bi êrîşên li dijî PKKê kirin. Dagirkeriya dewleta Tirk, suîqast û anarşiya li herêmê nabînin, lê zexta li ser PKKe tînine ziman.
Sosyoloag Ismaîl Beşîkçî, piştî 40 salên cengaweriyek zanistî û lehengiyek destanî, ne li arêna siyasî ya dagirkeran, li arena siyasî ya mazlumên Kurd, bû sedema ku Kurd werin hemberî hev. Ne tenê eniya siyasî, eniya rewşenbîr û medya Kurd jî hatin pêşberî hev.
Ji bo Kurdan jî nivîsên herî hêsa rexne û sixêf in. Mixabin!…
Ji bo Mmaoste, gotina bi nezanîn bikar nayînim, lê bi wê nivîsê, bû sedema spekulasyonan.
Naçîzane, ji Mamostayê ku di sala 1970yî li girtîgeha Amedê me hev nas kir û nasîtiya me dewam kir dibêjim; bi nivîseke din, li mîrateya xwe ya berê xwedî derkeve. Dive li dijî yobazîzma Turk-î Îslama li Başûrê Kurdistanê, li dijî Raporên Îslahata Başûr, nivîsek ciddî binivise, rê li ber parçebûna Kurdan û spekulasyonên kesên li dora xwe bigire.






