Faruk SAKIK
Dema şerê cîhanê duyem bi dawî bû, ji bo ew karesat cardin çênebin, di serî de Netewên Yekbûyî û parêzvanên mafên mirovan ketin nav hewldanan û Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan amade kirin. Bi vê danezanê, li dijî şer jî pêvajoyeke nû hat destpêkirin.
Li cîhanê gelek rêxistinênên parastina mafên mirovan hene. Giraniya van saziyan ji bo aştiyê jî têdikoşin. Li dijî şer derdikevin û ji bo aştiyê bang dikin.
Tu kes û tu saziyên mafên mirovan dema ihtîmalên wê li deverek şer derkeve ku bidin seknandin tênakoşin. Kîngê şer dest pê kir, dadikevin qadan û dibêjin; ’em aştiyê dixwazin’. Na aştiyê nexwazin. Ked, performans, enerjî û dema ku tu ji bo aştiyê terxan dikin ji bo ku şer hîç dest pê nekin divê terxan bikin.
Aştî naveroka xwe winda kiriye. Aliyên ku şer derdixin jî peyva aştiyê bi kar tînin. Şerê xwe jî bi navê aştî pênase dikin. Mînak; Dewleta tirk dema ku Qibris dagir dikir, navê şerê xwe wek “Tevgera Aştiyê” bi nav kir. Dema ku Efrîn dagir kir, got, “Tevgera Guliyê Zeytunê” û di dagirkirina Serêkaniyê de jî navê ” Tevgera Rûbara Aştî” li dagirkeriya xwe danî.
Di 11’ê Îlona 2001’an serdemek nû destpêkir. Dema ku li Newyork ‘Cêwîbircên Navenda Bazirganiyê’ hatin rûxandin, êdî her tişt wek berê nebû. Amerika û hêzên şerxwaz siyaseteke nû dan destpêkirin. Digotin; ewilî ewlekarî û piştre mafên mirovan.
Ev yek herî zêde bi kêrî dîktator û şerxwazan hat. Li Tirkiyê jî li hemberî kurdan heman konsept ket meriyetê. Êrişên qirkirinê dest pê kirin. Hiqûq dihat binpêkirin, Rojava dihat dagirkirin, siyasetmedarên kurd dihatin zîndankirin, kesî hisap nedipirsî, çima? Bersivek didan: ‘Ewlekariya welatê me di talukê de ye û van kesan midaxleyî ewlekariya welatê me dikin.’
Dewletên xwedî peyman, bi van daxuyaniyan bawerî dianîn û midaxle nedikirin. Hin kes radibûn di axaftinên xwe de behsa Aştiyê di kirin û piştî daxuyaniyê vedigeriyan mala xwe û her tişt dihat jibîrkirin. Dîsa kurd bi qedera xwe re rûbirû diman.
Mînaka herî mezin û aktuel, doza Selahattîn Demîrtaş a li DMME’yê bû. Piştî biryarê û bersiva dewleta Tirkiyê, dewletên Ewropayê hîç tiştek nekirin. Biryar bi tenê ket arşîva dadgeha Ewropayê.
Piştî şerê cîhanê çandek din jî belavbû, herkesî behsa aştiyê dikir. Têkoşîna li dijî faşîzmê û dagirkeriyê wek şer pênase dikirin. Bangî tevgerên azadiyê jî dikirin ku dest ji şerê çekdarî berdin. Ji bîr kirin ku van tevgerên azadiyê, li dijî şer şerê hebûnê didin.
Li Kurdistanê jî ev yek bi salane wek polîtîkayek dewletên dagirker di nav kurdan de belav bûye. Ji kurdan re dibêjin hûn çima şer dikin? Rast e Tevgera Azadiyê jî dixwaze ev ‘Doza Kurdistanê’ bi muzekereyan û bêyî şer were çareserkirin. Lê dewletên dagirker israra şer dikin. Di demek wiha de hûn nikarin peyva aştiyê bidin pêşiya kurdan. Ev daxwaz, mafdarnîşandina şerê dagirkeriyê ye. Kurd neçar in bi şer bersiv bidin israra şerxwazan.
Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê ev siyaset bi salan e dewam dike. Kurdan ji têkoşîna xwe ya rewa dixwazin dûr bixin. Kesên ku ji bo kurdan banga aştiyê dikin, divê di destpêkê de li dijî şerê dagirkeran rawestin. Şerê ku li dijî dagirkeriyê tê dayin eleqeyeke xwe bi aştiyê tune ye. Îroj li Kurdistan dema ‘Şerê Gel ê Şoreşgerî’ ye. Ev peyva şer ji peyva aşitiyê pîroztir e. Piştî ku dijminên kurdan li dijî kurdan şerê tunekirinê dan destpêkirin, kurd jî dibe bi şer bersiv bidin. Ew şer jî ‘Şerê Gel ê Şoreşgerî’ ye.






