Hêzên ewlekariyê li navçeya Eyn Îsa ya herêma Firatê komeke sîxur tevî berpirsê wê “Generalê Piçûk” ku agahî didan dewleta tirkî, girtin.
Hêzên ewlekariyê kesên ji bo dewleta tirkî kar dikirin, şopandin û di encamê de koma istixbaratî ya ku ji 28 kesan ku yek jî di nav de jin e pêk dihat, girtin.
Endamên koma istixbaratê ya ku hêzên ewlekariyê girtin, li xwe mikur hatin ku ji bo artêşa tirkî û çeteyên wê dixebitin, agahî ji nuqteyên leşkerî yên li herêmê, navendên rêveberiyê, kesayetên di nava hêzên leşkerî û rêveberiyê de cihê xwe digirin, kom dikirin û ji artêşa tirkî re dişandin.
Herwiha endamên koma istixbaratê gotin bi piştgiriya istixbarata dewleta tirkî li Eyn Îsa gelek teqîn pêk anîne.
Berpirsê komê berî ku derbasî Sûriyê bibe, li gelek kampên sîxuran yên li hundirê Tirkiyê perwerde dîtiye.
Navên endamên komê wiha ne: Mihemed Casim Hesûn (Ebû Esaf), El-Mutesim Billah Hemîd El-Hebîb, Mihemed Casim Yehya, Ehmed Casim Yehya, Hesen Mihemed Ibo, Salih Hesen Ebdullah, Raşid Hisên Şerîf, Neda Mistefa El-Ibo, Îbrahîm Remezan Xelef, Îmad Hesen Elî yê bi navê (Şingalî) û bi eslê xwe ji Iraqê ye, Ebdulezîz Zêd El-Salim ê bi navê (Doşka), Ebdulezîz Îsa Casim, Elî Şêx Diêbis, Ehmed Elî El-Xidir, Mensûr Xefan ê bi navê (Ebû Dêr), Îbrahîm Mihemed El-Telcî yê bi navê (Sêf), Ebdil-Muimin Iwês Mûsa, Ziyad Mihemed El-Telcî, Elî Hisên El-Casim, Şehûd Mihemed El-Emûrî, Mihemed Îdan El-Hiwêdanî, Ebdulmecîd Mihemed Şihab, Ebdullah Silêman Silêman, Hisên Mihemed Reşîd, Ebdulrezaq Elî Heman, Xidir Nurdîn Sadiq, Îsa Ebdul Îsa û Xelîl Zahir Mihemed Elî.






