Hêzên Ewlekariya Hundir yên bakur û rojhilatê Sûriyê di sala 2020`an de giringî da têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞ`ê û komên çeteyan yên din. Herwiha têkoşîna li dijî toreyên ku aramiya civakê dikin hedef.
Bi amadebûna gelek dezgehên çapemeniyê, Hêzên Ewlekariya Hundir yên bakur û rojhilatê Sûriyê xebata xwe ya sala 2020`an bi daxuyaniyekê eşkere kirin. Daxuyanî li bajarokê Rimêlan yê kantona Qamişlo hat dayîn.
Daxuyanî ji aliyê berdevkê fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundir Elî Hesen ve hat xwendin. Daxuyanî wiha ye:
“Bi hatina sala nû re û di dawiya sala 7`an ya avakirina hêzên me de, Hêzên Ewlekariya Hundir em gelê xwe pîroz dikin û soz didin ku ewlekariya herêmê biparêzin. Herwiha hêvî dikin ku sala nû bibe sala serkeftinê, têkbirina komployan û projeyên ku şkandina vîna gelê me armanc dikin.
Kar û xebata hêzên me di dirêjayiya salekê de wiha ne:
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ SÛCAN
Hêzên me di vê beşê de sûcên cuda eşkere kirin:
153 sûcên kuştina bizanebûn
115 hewldanên kuştinê
59 bûyerên xwekuştinê
190 bûyerên sextekirina belgeyên fermî
74 bûyerên sextekirina diravan
132 bûyerên xwediyarkirina bi navê kesên din
74 bûyerên xapandin û hîleyê
402 bûyerên qaçaxiya mirovan
129 bûyerên qaçaxiya sotemeniyê
86 bûyerên qaçaxiya madeyên hişbirê
865 bûyerên diziyê
60 bûyerên şelandinê
28 bûyerên destavêtinê
29 bûyerên revandinê
45 bûyerên gendeliyê di nava saziyan de
Di doza madeyên hişbirê de 933 kes hatin girtin, jê;
183 bazirgan
896 bikarhêner
483 firoşkar
Li gorî vê daneya li jêr miqdareke mezin ji madeyên hişbirê hatin desteserkirin:
774 hezar û 754 heb, tonek û 209 hezar kîlo û 294 gram heşîş, 378 kef heşîş, 3 hezar û 500 şitlên heşîşê, 3 hezar û 101 gram madeya hişbirê cureya krîstal û 415 gram eroîn.
Pêngava “Jiyan Berpirsyarî ye” dê heta 26.06.2021`an anku Roja Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê berdewam be.
Hejmara kesên ku bazirganiya parçeyên dîrokî dikin, gihaşt 190 kesan; 76 tor, bi wan re 5 hezar û 355 parçeyên dîrokî ku piraniya wan sexte ne, hatin desteserkirin. Welatiyekî ji Reqayê 2 hezar û 440 parçeyên dîrokî ji tirsa talankirina ji hêla çeteyên DAIŞ`ê ve veşartibûn û radestî me kirin.
Di warê sextekirina diravan de beşa têkoşîna li dijî sûcan 359 hezar û 310 dolar û 559 hezar û 400 lîreyên Sûriyê yên sexte desteser kirin.
SAZIYA EWLEHIYA GIŞTÎ
Vê beşê 106 şaneyên terorîst girtin. Hejmara kesên ku bi wan şaneyan re dixebitîn û hatine girtin, gihaşt 321`an. Li dijî herêmên me 269 teqîn pêk hatin. Saziya ewlehiyê 58 operasyonên ewlehiyê yên hevbeş bi Koalîsyona Navneteweyî re dane meşandin.
EWLEHIYA BENDAN
Hejmara bendên ku hêzên me danîne, 345 e. Hejmara bendên kontrolê yên ku nû hatine danîn, 21 e û 2 nuqteyên din ên girêdayî ewlehiya rêyan hatin danîn. Bi giştî hejmara nuqteyên ewlehiya rêyan gihaşt 8`an.
GIRTÎGEH
Li herêma Reqayê hejmara girtiyan 9 hezar û 892 e. Hejmara kesên serbest hatine berdan, 7 hezar û 169 e.
Li herêma Cizîrê hejmara girtiyan 11 hezar û 471 e û 10 hezar û 398 hatin berdan.
Li herêma Dêrazorê hejmara girtiyan gihaşt hezar û 240 kesan. Hejmara kesên ku hatine serbestberdan jî gihaşt hezar û 73 kesan.
Li herêma Firatê hejmara girtiyan gihaşt hezar û 114’an û hejmara kesên ku serbest hatine berdan, gihaşt hezar û 215’an.
Li Minbicê hejmara girtiyan 4 hezar û 97 e û kesên ku serbest hatine berdan 4 hezar û 20 e.
TÎMÊN REWŞÊN AWARTE
Hejmara bûyerên ku di tevahiya navendan de hatine pêşwazîkirin gihaşt 14 hezar û 326`an, 2 hezar û 348 erkên lezgîn û 91 qezayên trafîkê û 40 şewat pêk hatin.
BEŞA ENDEZYARIYA MAYINAN
Di vê beşê de, 391 mayin û bombe, 21 kemberên teqîner, 271 top û bombe û 2 motorsîklêtên bombebarkirî hatin bêbandorkirin.
POLÎSÊN TRAFÎKÊ
Hejmara endamên polîsên trafîkê bi rêjeya ji sedî 5 zêde bû û hejmara navendên wê gihaşt 47`an û akademiyeke perwerdeyê.
Îsal dibistanek ji bo fêrkirina ajotina erebeyan hate vekirin. Bi vê yekê hejmara dibistanan bi giştî gihaşt 163`yan. Bi rêya wan dibistanan 16 hezar û 678 ruxsetên erebeyên taybet û 9 hezar û 33 ruxsetên erebeyên giştî hatin dayîn. Beşê nîşaneyên trafîkê li piraniya herêmên me danîn ku hejmara wan gihaşt hezar û 262 nîşane û 17 nuqteyên radarê.
HÊZÊN HAWARÎ
Hejmara agahdariyên ku hatine pêşwazîkirin 8 hezar û 117 e.
Hejmara navendên hêzê 25 e.
HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIR-JIN
Hêzên Ewlekariya Hundir-Jin di dirêjahiya 2020`an de, gelek xebat dan meşandin. Jê avakirina komîteyên perwerdeyê li herêmên Reqa û Cizîrê. Çalakkirina gelek nivîsgehên hêzê li herêma Dêrazorê.
Rêjeya zêdebûna hejmara endaman bû ji sedî 27 û 2 endam şehîd ketin û 3 jî birîndar bûn.
744 endam li 3 akademiyan di dewreyên perwerdeyên yên cuda re derbas bûn.
5 navendên nû li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin vekirin; 1 li Minbicê, 1 li herêma Cizîrê û 3 li herêma Reqayê. Her wiha hêzên hawarî yên jinan li Kobanê û Minbicê hatin aktîfkirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinan kovara xwe ya nîvê salê derxist û civîna xwe ya salane li dar xist.
Bîlançoya giştî ya xebatên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin wiha ye:
7 hezar û 467 gilî hatin pêşwazîkirin.
5 bûyerên bikaranîna hişbirê.
78 bûyerên kuştinê, di 21 bûyeran de jin sûcdar bûn, 57 bûyerên hewldana kuştinê tê de jin bûbûn qurbanî û 25 bûyerên xwekuştinê û 23 bûyerên hewldanên kuştinê.
Hejmara bûyerên hewldanên xwekuştinê; 54.
Hejmara bûyerên sextekirina belgeyên fermî 6 û sextekirina diravan 1.
Hejmara bûyerên fihûşê 35, bûyerên xwediyarkirina li şûna kesayeteke din 5, bûyerên xapandin û hîleyê 1.
Hejmara bûyerên gendeliyê di nava saziyan de 2, dizî 27, destavêtin 6 û hewldana destavêtinê; 3.
Hejmara jinên girtî hezar û 807 û hejmara jinên ku serbest hatin berdan; hezar û 291.
Em careke din soz didin gelê xwe ku erkên xwe pêk bînin û gelê xwe biparêzin, mafên wan dabîn bikin û milkên şêniyan ên taybet û giştî biparêzin.
Bi navê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundir ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê em tevahiya pêkhateyên gelê xwe bi cejna Noelê û sersala nû pîroz dikin û hêvî dikin ku îsal bibe sala hezkirin û aştiyê.






