Sala 2020`an li ser kantona Efrînê ya dagîrkirî weke kabûsekê derbas bû. Di vê salê de dagîrkeriya tirkî sûcên kuştin, revandin, bazirganiya mirovan, xerabkirina cihên dîrokî, birîna daran û guhertina demografiyê zêdetir kirin.
Ji dagîrkirina Efrînê ve (18`ê Adara 2018an) ji bilî sûcên dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê li bajarê Efrînê tiştek nehatiye guhertin ku berî dagîrkirinê Efrîn mînaka demokrasiyê û pirrengiya olî û neteweyî bû û bi dehhezaran koçberên ji herêmên cuda yên Sûriyê himbêz kiribûn.
Lêbelê ji rojên destpêkê yên êrişa li dijî Efrînê ve, dagîrkeriya tirkî û çeteyên wê bi awayekî sîstematîk sîvîl, şûnwar, cihên olî, navendên tenduristiyê û dibistan kirin hedef.
Weke 2018 û 2019`an, sala 2020`an jî saleke bi sûcên dagîrkeran yên kuştin, koçberkirin, talankirin, dizî, xerabkirina cihên dîrokî, diziya şûnwaran, birîn û hilkirina bi dehhezaran darên zeytûnan û darên din, dagirtî bû.
Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrîn-Sûriye Îbrahîm Şêxo, sala 2020`an wek sala ku ji salên beriya wê yên piştî dagîrkirina Efrînê bi xwîntir bi nav kir. Şêxo got, “Rojeke ku tê de dewleta tirkî ya dagîrker û çete û ajandeyên wê yên istixbaratê (MÎT), li dijî şêniyên Efrînê yên resen sûc pêk neanîn, derbas nedibû. Dagîrker bi van kiryaran dixwazin dorê li şêniyên Efrînê yên mayîn teng bikin û wan jî bidin koçberkirin.”
‘DI 2020`AN DE, 805 SIVÎL, DI NAV DE 74 JIN, HATIN REVANDIN’
Şêxo encama sûcên kuştin û revandinê li Efrînê yên hatîn belgekirin, bîr xistin û got, “Artêşa tirkî ya dagîrker û çeteyên wê 805 sîvîlên Efrînê û di nav de 74 jin, revandin.”
Hê çarenûsa piraniya kesên hatîn revandin ne diyar e.
‘54 SÎVÎL HATIN KUŞTIN’
Şêxo di dewama axaftina xwe de diyar kir ku li bajarê Efrînê yê dagîrkirî, dewleta tirkî ya dagîrker 54 sîvîl di girtîgehan de bi işkenceyê kuştin.
‘BI DEHHEZARAN DARÊN EFRÎNÊ HATIN BIRÎN’
Şêxo diyar kir ku çeteyên dewleta tirkî ya dagîrker welatî neçar dikirin ku bi zorê mewsima xwe bi pereyên hindik bifiroşin wan û bi wê yekê dest danîn ser mewsima zeytûnan ya sala borî jî.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrînê, çeteyên dewleta tirkî ya dagîrker 60 hezar darên kantonê birîne.
Şêxo da xuyakirin ku çeteyan nêzî ji sedî 15 ji mewsima salane ya zeytûnan desteser kir û got, dewleta tirkî bi toreke bazirganan ango qaşo bi odeya bazirganiyê ya bi navê “Çiqilê Zeytûnê” û komeleyên tirkî, bi awayekî sistematîk zeyt ji cotkaran dizî da ku li sûkên Ewropayê bi 110 Euro bifiroşe û wiha dewam kir: “Gelek bazirgan çûn Emerîka da ku peymana zeyta zeytûnan ya zêdetirî 90 hezar ton zeyta zeytûnên Efrînê ya ku talan kirine, pêk bînin.”
‘GUHERTINA DEMOGRAFIYÊ Û XERABKIRINA ŞÛNWARAN’
Têkildarî guhertina demografiye jî, Şêxo piştrast kir ku dewleta tirkî sala borî guhertina demografiyê, kolan û xerabkirina cihên dîrokî û talankirina şûnwaran a bi rêya toreke girêdayî çeteyên xwe, zêde kir.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrîn-Sûriye, 42 cihên dîrokî hatine roxandin.
Şêxo piştrast kir ku istixbaratên Tirkiyê di çarçoveya xerabkirin û tinekirina çand û herêmê de, tabloyên mûzayîkî ji keleha Nebî Horî ya li navçeya Şera ya Efrînê dizîne.
Şêxo herwiha diyar kir ku tiştên hatîn dizîn di dergehê sînorî re derbasî Tirkiyê dihatin kirin, ku piştî dagîrkirina Efrînê ew dergeh hatin vekirin da ku Efrînê bi wîlayeta Hatay ve girê bidin û milkên herêmê bidizin.
Şêxo bîr xist ku dewleta tirkî ya dagîrker zêdetirî 300 hezar sîvîlî bi darê zorê ji warê wan dan koçberkirin û bi hezaran malbatên çeteyan ên ji herêmên Sûriyê yên cuda li Efrînê bi cih kirin. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan, rêjeya kesên ku li Efrînê hatine bicihkirin ji sedî 80`ê ye.
Şêxo di dewama axaftina xwe de da zanîn ku Istixbarata Tirkiyê bi zanabûn malbatên Tirkmen li ser xeta sînor ya di navbera Sûriye û Tirkiyê de, li gundên navçeya Şera, Bilbilê , Raco û Şiyê yên Efrînê bi cih kirin.
Şêxo diyar kir ku dewleta dagîrker nêzî 54 dibistan veguherandin navendên istixbaratî û navendên işkencekirina sîvîlan, ji wan nêzî 20 dibistan piştî êrişa li ser herêmê bi temamî hatin roxandin.
Dibistanên Ezhar Efrîn, Feysal Qedûr, Peymangeha Viyan Amara û dibsitana seretayî ya navçeya Bilbilê veguherandin navendên istixbarata Tirkiyê, herwiha dibistana bazirganiyê ya berê veguherandin navend binçavkirinê ya Polîsên Leşkerî.
Dewleta dagîrker wek materyaleke sereke zimanê tirkî li dibistanan ferz dike û perwerdeya bi zimanê dayikê (zimanê kurdî) qedexe dike.
Dagîrkeran herwiha nasnameyên sûrî veguherandin nasnameyên tirkî û pereyên tirkî ferz kirin.
Herwiha navên gundan guhertin, ji wan navê gundên girêdayî navçeya Bilbilê wekî, navê gundê Kotana kirin Selcûq Obasî, navê gundê Qestel Miqdad kirin Zafir Obasî û navê gundê Kurzêlê kirin Cefer Obasî.
Navên qadan jî hatin guhertin, wekî Qada Azadî kirin “Qada Tayyîp Erdogan”, Çerxerêya Kawa kirin “Çiqilê Zeytûnê” û Çarxerêya Newroz kirin “Selaheddîn”.
‘BAZIRGANIYA MIROVAN’
Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan bîr xist ku piştî belavbûna vîrûsa Korona dewleta tirkî tevî kadroyên tenduristiyê sîvîl bi derziyên jehrî dikuştin û endamên laşên wan didizîn û îdia dikir ku ew bi vîrûsa koronayê mirine.
Şêxo da xuyakirin ku Hêzên Parastina Sînor (cendirme) jî sîvîl li ser sînorên Sûriye-Tirkiyê kuştin û endamên laşên wan dîzin.
Îbrahîm Şêxo bang li rêxistinên hiqûqî û navneteweyî û komîteya şopandina rastiyan kir ku derbasî Efrînê bibin da ku sûcê li dijî sîvîlan tên kirin û guhertina demgorafiya herêmê ji aliyê artêşa tirkî ya dagîrker û çeteyên wê ve, eşkere û belge bikin.
Şêxo herwiha bîr xist ku sûcên hatine belgekirin tenê parçeyekî ji kiryaran in.






