Li gorî SOHR`ê di sala 2020`an de di encama êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li Sûriyê de hezar û 525 kes hatine kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê (SOHR) girêdayî tevgera çeteyên DAIŞ`ê ya li Sûriyê raporek amade kir û diyar kir ku DAIŞ`ê di sala 2020`an de hebûna xwe li çolistana Sûriyê misoger kir.
Li gorî rapora SOHR`ê, çeteyan di 2020`an de zêdetirî 780 leşkerên hêzên hikumeta Şamê bi kemîn, sekvanî, topbarankirin û şerên li bejayiya Sûriyê kuştine ku ji wan 108 endamên hêzên girêdayî Îranê ne. Herwiha di bombebarana balafirên hikumeta Şamê û Rûsyayê de 507 çete hatine kuştin.
ŞANEYÊN DAIŞ`Ê ÊRIŞÊN XWE YÊN LI DIJÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ ZÊDE DIKIN
SOHR`ê bîr xist ku li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê di encama teqîn û kemînên li Dêrezorê, Hesekê, Reqa û herêma Minbicê de, 208 kes hatine kuştin û li herêmên di binê dagîrkeriya dewleta tirkî ya dagîrker de DAIŞ fealiyetên xwe didomîne.
Navendê di raporeke xwe ya berê de xuya kiribû ku komeke çete ya ji 40 kesî ku hemû iraqî ne û çeteyên DAIŞ`ê ne ku bi fermana çeteyên Ehrar El-Şerqiye ya girêdayî dewleta tirkî şer dikin, li herêmên di binê dagîrkeriya dewleta tirkî de ne.
20`ê Hezîranê SOHR`ê bîr xistibû ku kesek di hedefgirtina asmanî de li nêzî bajarê Babê hatiye kuştin û serçeteyekî DAIŞ`ê yê li Reqayê bû.






