Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

QSD: Di bersiva êrişên li ser Eyn Îsa de 5 hevriyên me şehîd bûn

31/12/2020
in NÛÇE
A A
QSD: Di bersiva êrişên li ser Eyn Îsa de 5 hevriyên me şehîd bûn
Share on FacebookShare on Twitter

QSD’ê bi daxuyaniyekê têkildarî êrişên dawî yên artêşa tirkî ya dagîrker û çeteyên wê yên li dijî Eyn Îsay agahî dan û diyar kir ku di dema bersiva êrişan de 5 şervanên wan şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê têkildarî êrişên dawî yên artêşa tirkî ya dagîrker û çeteyên wê yên li dijî Eyn Îsayê daxuyaniyek da.

QSD’ê diyar kir ku artêşa tirkî ya dagîrker û çeteyên wê di demên dawî de li xeta Eyn Îsa êrişên xwe zêde kirine û bi wan êrişan dixwaze li derdora riya M4 hakimiyetê çêkin û ji wir êrişê navçeya Eyn Îsa bikin û wiha da zanîn: “Gelek hewldanên çeteyan di encama bersiva şervanên me de bê encam man û çete neçar man ku paş ve bikişin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku roja 27’ê Kanûnê çeteyan li hemberî gundê Mişêrfa û Cehbel bi desteka balafirên bêmirov êrişeke berfireh kirin, di vê êrişê de derdora Eyn Îsa û gundewarê wê bi dijwarî hatin topbarankirin û wiha lê zêde kir: “Di encama bersivdayîna şervanên me de, roja 27 û 28’ê Kanûnê li xeta gundê Mişêrfa û Cehbel cih bi cih pêvçûn qewimîn û êrişên dagîrkeran careke din hatin şkandin.

5 ŞERVAN ŞEHÎD BÛN

Di wan pêvçûnan de 4 ji wan endamên Lîwa El-Şimal El-Demokrat, bi giştî 5 hevriyên me şehîd bûn. Em ji malbatên şehîdên xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin û soza parastina welatê xwe dubare dikin.”

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.