Di çarçoveya guhertina demografiya herêmên dagîrkirî de, “meclisa xwecihî” ya girêdayî dewleta tirkî ya dagîrker ya Serê Kaniyê biryara da ku nasnameyan ji koçberên Iraqê re dirxe.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê (SOHR) ragihand ku “meclisa xwecihî” ya bajarê Serê Kaniyê ku girêdayî dewleta tirkî ya dagîrker e, biryarek da ku nasnameyan ji koçberên Iraqê re yên li bajêr derdxe.
Ev di çarçoveya hewldana guhertina demografiya herêmên dagîrkirî de pêk tê, ku kesên ji derve li şûna şêniyên resen yên hatîn koçberkirin tên bicihkirin.






