Di sala 1971 an de li gundê Qerxelixa Şêx Remezan a girêdayî navçeya Agirî a Dûtaxê keçek malbata Yuce hat dinê. Navê wê Sema danîn. Dema Sema hat dinê bi çîrokên serhildana Agirî û zilma dewleta Tirk mezin bû.
Û di dawiya sala 1991an de êdî li Kurdistanê bû. Li Mêrdînê tevlî nav refên gerîla bû. Ji wêderê jî derbasî Eyaleta Amedê, herema sêyem bû. Dema ku tevlî nav refên Gerîlla bû, navê Leyla Qasim girt. Ev nav, xeyalên wê yên zarokatiyê bûn. Ev nav sembola dîroka berxwedana jina kurd bû. Çeka xwe ya yekem li Akrezê girt. Yekem car di sêkoşeya Birkê-Pîran-Tavis de tevlî şer bû.
Piştî demek li ser daxwaza Ocalan derbasî Akademiya Mahsûm Korkmaz bû. Piştî perwerdehiya siyasî û eskerî, di Gulana 1992 an de bi komek hevalên xwe re çû herema Serhedê.
Piştî 3 mehan, di 2’yê Kanûna sala 1992an de li Agirî di şerde bû. Şer dijwar derbas dibû. Di vî şerî de, di encama îxanetê de dîl hat girtin. Bi rojan di îşkenceyan de ma. Li hember teslîm girtinê berxwedanekî bê hempa da.
Bi salan pêvajoya darizandinê dom kir. Piştî darizandina 7 salan, 22 sal ji endamtiya PKKê ceza girt.
Salekî li zîndana Nevşehîrê ma û ji wêderê, di 21ê Mijdara sala 1993an de sirgûnî Çanakalê bû. Zîndana Çanakalê ji bona Sema êdî pêvajoyek nû bû. Pêvajoya ber bi Newroz bû nê bû.
EWROJ…..
Û sal 1998… 21ê Adarê… Roja Newrozê… Roja çalakiya Zekiye bû…
Hemû zindan bi minasebeta Newrozê, rojek taybet dijiyan. Ji sibehê de pîrozbahiyan dest pêkiribû. Girtiyên zîndana Çalakalê bi derfetên zîndanê cejna xwe pîroz dikirin.
Lê di van kêliyan de, keça kurd Sema Yuce di nav liv û tevgerek debû, di amadekariya çalakiya xwe de bû. Ev amadekariya wê bala tu kesî nedikişand.
Belê dixwest wek “çaran” ji çalakiya xwe encam bigire. Ji bo ku agir neyê temirandin hemû tedbîr jî girtibû.
Hemû alavên derdora komdike. Xortomek bi metreyan dirêj hebû, dibe jor. Bişev, nobedar jî ji wêder dûr dixe û diçe Tuwaletê. Hundurê eşofmanê xwe bi rojnameyan tijî dike. Wê xortomê li bedena xwe dipêçe. Li wê derê 2 tuwalet hebûn; ava di “dolika” valadike, ku agir neyê temirandin.
Bişev saet derdora 4an de ji zîndana Çanakalê sloganên Bijî Newroz, Bijî Serok Apo bilind bûn. Sema Yuce, bi agirê ku ji Zekiye Alkan girtibû, di nobeda reqsa Newrozê de bû.
Hemû girtî bi sloganên Bijî Newroz, Bijî Serok Apo şiyar bûn. Berdestî sibehê bû. Çûn ava anîn xwestin agir bitemrînin, lê wê digot vî agirî ne temirînin. Di 2-3 deqande gihîştin û midaxle kirin. Saetek dane seknandin û piştre ew birin.”
Ew rakirin nexweşxanêya Çanakalê û ji wêderê jî ew sewqî “Nexweşxaneya Cerahpaşa a Tipê” kirin.
Giran birîndar bû. Hevalên wê û gelek kes li benda saxbûna wê bûn. Hin caran baş dibû û ev yek jî hêvî dida herkesî.
Di meha Hezîranê de êdî roj bi roj rewşa wê xeter dibû. Êdî dizanibû nezikî dawiya jiyana xwe dibe. Rojek ji bavê xwe û diya xwere got “Heger ez mirim, min li kêleka mezelê kalê min anjî li kêleka 3 hevalê minê şehîd hebûn li wêderê veşêrin”
Piştî çalakiyê 3 meh şûnde, di 17ê Hezîranê de, gihîşt armanca xwe. Şehîd bû. Êdî Sema li semayên (asumanên) Kurdistan bû.
ÎROJ..
Sema keça Ararat li ser kevneşopiya Mazlum Dogan, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Ronahî û Berîvan ev çalakî lidarxistibû. Newroz carek dinan bi rihek vatedar hatibû pîrozkirin. Sema jî dabû îspatkirin di kîjan şert û mercên jiyanê de dibi bila bibe ji bo azadiya Kurdistan mirov dikarek tiştek bike. Carna jî mirov dikare xwe feda bike.
Farûk SAKIK