Zekî BEDRAN
Komeke piçûk ya gerîla bi şev vedigeriyan ciyê xwe. Çekdarên PDKê yên li ser sînorê Rojava li pêşiya vê komê kemînê datînin û dixwazin kom teslîmî wan bibe. Ku kom qebûl nake şerekî piçûk derdikeve. Rewşên wisa gelek caran li ser sînoran dibin. Lê PDKê mijar pir mezin kir û bir heta Emerîka. Çawa ku hêzeke mezin li ser sînorê wan êrişî wan kiribe û xwestibe dagîr bike. Halbiku bi hêsanî dikarîna bi gerîla re biaxivin û kêşeyê çareser bikin. Lê tersê wê kirin. Ji berpirsên PDKê kesê bi navê Serbest Lezgîn, çawa ku ji Rojava êriş li wan hatibe kirin, xeter li ser wan hebe ji çapemeniyê re ragihand. Hikumeta Iraqê, Emerîka û Ingilistan jî di navê de xwest gelek dewletan tevlî mijarê bike û qiyamet rakir.
Piştî vê geşedanê li şûna ku bi mûxatebê xwe re biaxivin kêşeyê çareser bikin, rabûn li aliyê dijmin nîşan dan ji xwe re li destek û hevalbendan geriyan. Bi taybetî xwestin xwe li cem Tirkan şîrîn bikin. Tirk jî jixwe amade bûn. Gotin, ku pêwîst be emê mûdaxele bikin. Helbet rêveberiya faşîst ya Tirkiyê vê firsetê narevîne û wê Kurdan bi hev bide qirkirin. Serbest Lezgîn û rêveberiya PDKê bi dijminên Kurdan rayedarên dewleta tirkî re her tim û di her astê de hevdîtinan dikin. Lê bi zarokên heman gelî Kurdan re hevdîtinê nakin.
Serbest Lezgîn, hê ku mijar nehatî fêmkirin bilezûbez ji dinya alemê re ragihand. Rojava û gerîla kirin hedef bi dijminane ji raya giştî re ragihand. Xuya dike ku bi Tirkan re li hev kirine, ku li hemberî gerîla şer bikin. Ji bo qebûlkirina şer jî xebata raya giştî û amadekariyê dikin. Lewre mijar bi kiryarên Serbest jî nema. Piştî wî Mesrûr Barzanî li Wezîrê Karê Derve yê Emerîka Pompeo geriya û jê xwest ku Emerîka leşkerên xwe li ser sînorê Rojava bi cî bike. Wê leşkerên Emerîka ji bo çi li ser sînor bi cî bibin? Ma yên ku li wir şer bikin hene? Wê artêşên Rojava û balafirên wê êrişî Başûr bikin? Diviya destê xwe bidin rêveberiya Rojava birayên xwe yên Kurd û bi ruhê yekîtiya neteweyî li hemberî dewleta tirkî ya Efrîn û Serê Kaniyê dagîr kirîn rawestiyana. Lê tersê wê kirin. Bi lihevkirinên bi dizî û qurbanbûna gelê Başûr jî dan ber çavê xwe bi dijminên Kurdan re kar dikin. Ev jî ne bes e, dixwazin Emerîka jî tevlî karê xwe bikin. Wisa tê fêmkirin ku bi planên bi Tirkan re nikarin encamê bigirin. Dixwazin bikin mijareke navneteweyî û weke komploya 9ê Cotmeha 1999an gerîla û Rojava bifetisînin.
Li her çar parçeyên Kurdistanê partî, rewşenbîr, hunermend û gel her tim dibêjin em şerê navxweyî naxwazin. Dibêjin yekîtiya neteweyî mecbûriyeteke dîrokî ye. Nêrîna hevbeş; eger Kurd nebin yek wê winda bikn. Dewleta tirkî Başûr jî di navê de dixwaze hebûn û statûya Kurdan ji hev belav bike. Ev fikara Kurdan tevan e. Di heman demê de xetereke nêzîk e jî. Hesasiyeta gel ne bêwate ye. Tecrûbeya wî ya dîrokî heye. Demên Kurd nebûyîn yek her tim winda kirine. Niha hêza wan ya qezenckirinê heye. Pir nêzîkî serkeftinê ne. Partiyên wan hene, hêzên wan yên çekdar hene, ragihandina wan heye. Piştgiriyê ji raya giştî ya dinyayê distînin. Lê wisa xuya dike ku ev tev jî ji bo PDKê bêwate ne. Derdê wê desthilatdarî û berjewendiyên derdorekê ye. Xwe û berjewendiyên xwe dixin navenda her tiştî. Kurdan, Kurdistanê winda kirine ne li xema wan e. Ji wan re ya girîng desthilatdariya xanedanê ye. Ji bo wê ka çend hezar zarokên Kurdên xizan bimirin ji wan re ne derd e.
Divê partiyên Kurdan, welatparêz û hêzên demokratîk xeterê bibînin. Li Rojhilata Navî lîstikeke mezin dibe. Xebata bicîkirina leşkerên Emerîka li ser sînorê Rojava û Başûr siyaseteke dijminane ye. Li ber çavan xuya dike ku amadekariya şer dikin. Bila ti kes xwe nexapîne. Dîroka PDKê tê zanîn. Têkiliyên tarî yê bi Tirkiyê re jî êdî nayên xefkirin. Yên dibêjin; bila destkeftiyên Kurdan ji dest neçin, xwîna wan nerije, yên xwediyê berpirsiyarî û wijdanê divê helwesta xwe diyar bikin. Ji şerekî derkeve ji bilî PDKê ti kes ne berpirs e.






