Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Belavoka Îsmaîl Beşîkçî û bersiva Ferda Çetîn

28/12/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
113 Roj
Share on FacebookShare on Twitter

Faruk Sakik

Îsmaîl Beşîkçî di 17’ê kanûnê de di malpera Nêrîna Azad te bi sernivîsa; “Hevkariya PKK’ê û Hadî Şabî ya li dijî rêveberiya herêma Kurdistan e” belavokek nivîsîbû û gotibû: Divê bang were kirin ku PKK/KCK rêveberiya hikûmeta Herêmê nas bike. Heger ku nas nekir divê herêmê terk bike. Heger ku terk jî nekir divê bi hin cezayan re rû bi rû bimîne.

Min dixwest ez jî bersiv bidim lê Ferda Çetîn di Rojanameya Ozgur Politîka de bersiv dabû û gotibû;

“Ev daxwaza sereke ya Komara Tirkiyê ya ku Îsmaîl Beşîkçî ji wan ‘pir aciz’ bû.

Ev daxwaza AKP, MHP, CHP, Huda-Par û PDK ya hevbeş bû.Ev daxwaza Suleyman Soylu û Dogu Perînçek bû. Li vê derê her tişt bi awayekî eşkere û zelal e; dijminatiya PKK’ê ye.

Îsmaîl Beşîkçî jî heman tiştî dixwaze. Îsmaîl Beşîkçî bi kîjan sifatî kê ji welatê kê diqewirîne. Kê ev maf daye wî? Axa Kurdistan mal û milkê bavê Îsmaîl Beşîkçî û PDK’ê ye? Îsmaîl Beşîkçî û PDK serkêşê zabitê Kurdistan in?

Lê Îsmaîl Beşîkçî hên jî fahm nekiriye: PKK ne bi destûra PDK’ê û ne jî ji bo desthilatdariya PDK’ê bi dawî bike nehat vê axê. Di sala 1982’yan de bi peymanek PDK’ê re çêkir ku li dijî dijmin bi hev re tevbigerin.

PKK gelek caran berî van rakeşan, deklere kiribûn ku desthilatdariya Hikumeta Başûrê Kurdistan nas dikin. Heger ji derve de êrişek li dijî vê desthilatdariyê bibe, em amade ne ku alîkari bikin. Ji bo vê yekê ew gotinên Beşîkçî bi niyetek xirab û vala hatine gotin.

Îsmaîl Beşîkçî dîsa dibêje;  Medya PKK’ê ji bo rûxandina Herema Kurdistan weşaneke taybet dike. Di nivîsên xwe de dewletên wek Tirkiye, Sûrî û Iraqê meşrû dibînin lê li dijî Serxwebûna Kurdistanê derdikevin. Bi Haşdî Şabî re tevdigerin ku Şengalê ji Kurdistan dûr bixin. Îroj PKK berjewendiyên Îranê diparêze.

Ez ê a niha yek bi yek bersiv bidim:

Yek: Heger Beşîkçî îspat neke, Medya PKK’ê  kingê û kîjan, xeber an jî nivîsî de ji bo rûxandina Herêma Kurdistan bang kiriye, ew derewkar û sextekar e.

Du: Heger Îsmaîl Beşîkçî nivîs an jî xeberek Medya PKK’ê li dijî Serxwebûnê di Rûdaw, K24 û di Nêrîna Azad te neweşîne, derewkar û îtrafkar e.

Sê: Îsmaîl Beşîkçî û hevalbendê xwe heger derdek wan ji bo parastina statuya herêma Kurdistanê hebûya, wê li dijî 40 bargehên dewleta Tirk derketina. Li dijî Buroyên MÎT’ê yê li her deverî belavbûne derketina.

Çar: Îsmaîl Beşîkçî behsa Şengalê dike. Mirovek bi mantiq bûya wê neketa vê mijarê. Diviya hîç behsa gelê Êzidî nekira. Diviya bihata bîra wî PDK û dewleta Iraqê çawa gelê Êzidî di bin komkujiya DAIŞ’ê de hiştin û bazdan. Diviya bizaniba komek PKK’î pêşî li karesetên mezin girtin û li çiyayê Şengalê korîdorek vekirin. Diviya bizanibûya, Barzanî ji bo vê yekî sipasî gerîla kiribû.

Îsmaîl Bêşikçî di nivîsa xwe de behsa Haşdî Şabî dike. Nizanê PDK û Haşdî Şabî bi hev re tevdigerin û bi peymana 9’ê Cotmeha 2020’an wê Şengalê dagir bikin. Haşdî Şabî û PDK bi hev re di heman çadirî de runîn xwarin bixwin û bi hev re wê gule berî Hêzên Parastina Şengalê bidin.

Îsmaîl Beşîkçî nabêje 40 qereqolên dewleta Tirk û hêzên wan ji bo herêma Kurdistan talêke ne û bila ji herêma Kurdistan vekişin. Bi awayekî eşkere parastina dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ya bi wan re dike.”

Min dixwest van tiştan binivîsim, lê ji bo Ferda Çetîn bersiv daye ez nanivîsim. Ez yek tiştek dibêjim; Eyy Beşîkçî bila piçek wijdan bi tera bimîne ku em ji wan rojên me ji te hezkir dikir poşman nebin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.