Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Qanûna îmhakirina saziyên civakî

28/12/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Qanûna îmhakirina saziyên civakî
Share on FacebookShare on Twitter

Mihamed ŞAHÎN

Sala 2020 an bi her awayî ve saleke dijwar bû. Lê ji bo civaka kurd dijwariya wê qat bi qat zêdetir bû. Di çarçoveya plansaziya şerê çongdanînê de çi ji destê hikumeta AKP-MHP’ê hat kir. Di qirkrinên xwe yên fizikî û siyasî de, di talan û wêrankerî de, di xespkirina vîna gel û binpêkirina nirx û rûmeta civakî de sînor nasnekir. Lê li gel hemû hovîtiyên xwe biserneket.

Hikumeta Erdogan, di binpêkirina makeqanûnê û hewldanên xwe yên avakirina pergala dîktatoriyê de, di bêwatekirina meclîsê de, bin navê qeyûman de di xespkirina vîna gel û bêwatekirina hilbijartinan de, di bêdenkirina civakê de û tasfiyekirina muxalefetê de şerê li dijî civaka kurd weke rûpoş bikaranî. Bi saya vê rûpoşê xeynî HDP’ê partiyên qaşo muxalîf ên di meclîsê de hemû bêdeng kirin û piştgiriya wan girt. Bi saya bêdengiya muxalefeta qaşo civak jî hat bêdengkirin.

Bê guman ew piştgiriya muxalefetê û bêdengiya civakê ji bo têkbirin, teslîm girtin û tasfiyekrina berxwedana civaka kurd bû. Hikumeta AKP-MHP’ê ya faşîst di 5 salên dawîn de hemû teknîk û derfetên dewletê seferberkirin lê dîsa jî biserneket û di şexsê hikumeta AKP-MHP’ê de dewleta tirk bi têkçûyineke mezin re rûbirû ye. Rayedarên hikumeta AKP-MHP’ê dizanin ku piştî têkçûnê dê pêvajoya piştgiriya muxalefetê û civake vegere pêvajoya hesab pirsînê.

Lewre, ji bo pêvajoya hesab pirsînê dest pêneke û temenê desthilatdariya xwe dirêj bikin ew pergala awarte ya derhiqûqî ya xespkar û talanker a ku bi erêkirina muxalefeta qaşo û di bêdengiya civakên Tirkiyeyê de li bakurê Kurdistanê hatibû avakirin niha gav bi gav ber bi Tirkiyeyê ve dibin.

Hikumeta Erdogan qaşo dê qanûna “Astengkirina fînansa çekên îmhakirina civakî” derxista. Navê qanunê gelek erênî bû, tu kes li dijber dernediket. Dûre derket holê ku ew qanûnê ku tê binavkirin tenê rûpoşe û armanca hikumeta Erdogan cuda ye. Weke her carî dixwazin di bin wî rûpoşê de torbeyek qanûnên tepisandin, çewisandin, bêdengkirin, xespkirin, talankirin û qayimkirina pergala dîktatoriyê ji meclîsê derbas bikin. Bi kurtahî qanûna “Astengkirina fînansa çekên îmhakirina civakî” vegeriya qanûna îmhakirina saziyên sivîl ên civakî.

Qanûna ku ji 43 xalan pêk tê tenê 6 xalên wê derbarê fînansa çekan de ne. 37 xalên wê derbarê girtin, tasfiyekirin û desteserkirina hemû saziyên sivîl de ne. Yanî derbarê çewisandin û teslîmgirtina civakê de ne. Parçekirina Baroya parêzeran têr nekir zagona sixurkirina parêzeran jî di vê torbeyê de bi cih kirin. Êdî parêzer neçarin derbarê muwekîlên xwe de agahiyan bidin dewletê. Ev torbeya qanûna xeternak di 27’ê Kanûnê de li gel 113 dengên dijber bi 254 dengên wekîlên AKP-MHP’ê di meclîsê de hat erêkirin.

Erêkirina vê qanûnê ji bo komale, weqf û saziyên sivîl darbeyeke mezin e. Wezîrê karê hundirîn bêyî biryara dadgehê dikare rêveberiyên saziyên sivîl ji peywirê bigre û di şûna wan de qayûman erkdar bike, dikare cezayê pereyan a ji 700 heta 200 hezar lîrayî li wan bibire, dikare bigre û mal û milkên wan desteser bike.

Ji bo pergaleke demokratîk hebûna saziyên sivîl jênegere. Derveyê pergala dewletê ji bo xwe birêxistinkirin û parastina mafên civakî hene. Keseke tazî çewa li ber baranê bêyî xweparastinê ye, civakên ku saziyên wanên sivîl tune bin ew jî wisa bêyî xweparastinê dimînin.Hikumeta AKP-MHP ya faşîst bi vî qanûnê dixwazin civakên Tirkiyeyê li ber barana faşîzma xwe ji hêz û saziyên xweparastinê mehrûm û tazî bihêlin.

Piştî derketina vî qanûnê, kîjan sazî, komale û weqf muxalîf be, kîjan sazî nelirêtî û derhiqûqiyên wan vebêje, kîjan sazî derew û sextekariyên wan teşhîr bike, bi kurtahî kîjan sazî û rêxistin li dijî faşîzma wan hewl bide civakê biparêze dê bigirtin û desteserkirinê re rûbirû bimîne.

Weke ku tê zanîn piştî hewla darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an qaşo tenê ji bo 3 mehan rewşa awarte (OHAL) îlan kiribûn. Lê ew 3 meh 7 caran hat dirêjkirin û Tirkiye 2 salan di reşwa awartede hat birêvebirin. Piştî 2 salan qaşo di fermiyetê de rakirin lê erkên wê dan waliyan. Çewa Erdogan xwe weke siltanê Tirkiyeyê dibîne walî jî bûn siltanê bajêran û ew erkên xwe ji bo tepisandin û çewisandina muxalefetê bikar anîn.

Bi taybet waliyên li Kurdistanê di zilm û zordariyên xwe de pîvan nasnekirin. Pergala rewşa awarte weke rewşa asayî li Kurdistanê dan rûniştandin. Ji 4 salî zêdetire liv û tevgera HDP, DBP, saziyên sivîl û beşa civakê ya muxalîf hatiye qedexekirin. Daxuyaniyeke herî rewa bi êrîşa polîsan re rûbirû dimîne.

Pergala rewşa awarte ya ku 4 sale li Kurdistanê diceribînin bi vê qanûna tasfiyekirina saziyên sivîl li hemû Tirkiyeyê mayinde kirin û pergala xwe ya dîktayê qayimtir kirin.

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.