Derwêş M. Ferho
Dawiya nivîsa Hedwig Kuijpers di Uitpers de li Falnderen (Beljîka) weha diqede. Dema min ew xwend pê êşiyam. Eger kesekî biyanî gihabe vê baweriyê û bi ferehî sedemên vê baweriya xwe binivîse divê em Kurd rûnin û li xwe baş bifikirin. Em çi dikin û li hêviya çi ne?
Di heman hejmara kovarê de Ludo De Brabander jî li ser êrîşên Dronên Turkan li Bakur, Rojava, Sûriyê, Libya û Karabax bi berferehî dinivîse. Di van êrîşan de bi sedan kes hatine kuştin, gelek cî û war wêran bûne. Xelk jî hatine talankirin.
Yek ji nivîsan bêhna bêhêvîbûnê dide. Ya din wahşeta dewleta Turk li herêmên cuda dide xuyakirin. Gelek Kurdan jî di sosyal medya da agirê şerr pêxistine û gurr dikin.
- Kuijpers, rojnamevanê Ewropî, daxwaza serokwezîrê herêma Kurdistan ji bo bicîkirina leşkerê YDA li navbera Başûr û Rojava, analîz dike. “Yek tişt zelal e, partiyên Kurdan dikarin xwîna hev vexwin û hê rêya yekbûnê dûr e”.
- Kuijpers weha dibêje. “Sêşemê nîvrokî Serokwezîrê Herêma Kurdistan Masrur Barzanî ji Washington daxwaz kir ku ji bo parastinê li ser sînorê Sûriyê hêzên xwe yên leşkerî bi cî bike”. Ji kê were parastin? Ji YPG, YPJ ku xwedîgiravî nêzî PKK ne. “Sedem aloziyên di navbera PKK/YPG û KDP de ye. Her du partî ji demek dirêj e dijberên hev in. Di salên buhurî de jî şerrekî çekdarî di navbera wan de li Qendîlê rû da bû”.
Di nivîsa xwe de şerrê di nevbera KDP û Yekîtî jî şîrove dike. Wek tê zanîn, ji 1994 heta 1997 van her du hêzan şerrekî dijwar hember hev meşandin. Yekîtî ji Tehran û KDP jî ji Bexda alîkarî stend û bûne sedemê gelek şehîd, talan û werankirinê. Turkiyê jî PKK kire hêncet û pozê xwe xiste nava şerr. Aliyê KDP girt û dijî hêzên PKK êrîşên hewayî û leşker birin ser herêmê. Bi sedan şehîd ji her du aliyên Kurd, talan û wêranî li herêma Kurdistan. Ji wê demê û vir de dewleta Turk wargehên xwe yên leşkerî li Başûrê Kurdistan zêde kir. Îranê jî ji aliyên din hebûna xwe hem li temamiya Iraqê û hem li Başûrê Kurdistan xurttir dike.
Ji destpêka 2020 de bi awayên cuda alozî di navbera partiyên me de dest pê kiriye. Şerrekî çekdarî, birakujî dîsa dikare bibe. Û ev ne cara yekê ye. Eger weha bidome ewê nebe cara dawîn jî. Ji ber ku dewletên xêrnexwazên Kurdan pîjikan dikin ber lingên partiyên me. Wan li hember hev tûj dikin. Xuya ye partiyên me jî bi hêsanî dikevin xefka dewletên cîran. Her kes jî dizane ew dewlet bi tu awayî ne xêra wan partiyan ne jî ya Kurdistaniyan dixwazin. Armanca wan navbera Kurdan dubendîtiyê xurt bikin. Herî zêde jî dewletên Turk û îranê li pêy van dep û dolabên qirêj in. Her çend e Kurd di parlementoya Bexda de ne jî hikûmeta Iraqê di vê demê de ne di wê mercê de ye ku aliyê Kurdan bigre. Eger roj giha wê yekê hikûmeta Bexda û ya Şamê jî dikevin nav govenda Îran û Turkriyê.
Kî çi, ji kê dewleta biyanî alîkarî, kî hawara xwe di hember hêzeke din ya Kurdistan de bighîne dewletek biyanî, tu fêde nade berjewendiyên neteweyî. Hêzên Kurdan divê ji Kurdan daxwazên xwe bikin. Ciyê hawarê hêzên Kurdistanî ne. Ne hêzên biyanî. Heta Kurd di vê rewşê de bin hêzên navneteweyî ne baweriya xwe bi wan tînin, ne jî ewê bi awayekî ciddî destê dostaniyê dirêjî wan bikin.






