Ahmet aktaş
Sala 2020’an, him ji bo gelê me, him ji bo hemû gelên cîhanê, ne salek bi xêr bû. Tije şer û pevçûn û weke ev hemû ne bes bû nexweşiya xerab a corona virûs jî bi serde hat.
Di vê sala derbasbuyî de ewqas bûyer û serpehatiyên nexweş pêkhatin, gotar û rûpel têrê nake. Lê ji glî û loma bêhtir, ka çere û dermanê vê êşê çiye? Divê em vê bibînin, da ku em karibin di vê sala 2021 de zemînê ji şer û nexweşiyan re nehêlîn an zemînê bêxêr lawaz bikin.
Jibo di vê derbarê de, mirov karibe bi erkê xwe rabe, divê çavkaniyên van xerabiyan baş were naskirin û li goreyî vêna amadekariyên çareseriyê û dermankirinê were pêdekirin.
Ji aliyê nexweşiya Corona ve, her çendîn dewlet hevdû gunehbar dikin jî, weke tê xuyakirin êdî agir bi hemû cîhanê ketiye û divê herkes ji aliyê xwe ve di ber barê xwe de rabe.
Ji her du aliyan ve jî; him Corona û him zulma li ser gelan û mezluman tên kirin, bê guman di serî de gunehkar/tawanbar. hêzên hegemon ên cîhanê ne. Bê cudahî, mirov dikarê wisa bi rêz bike; serkêşiya van hegemonan DYE û Rûsya dikin û dewletên din li pey wan bi rêz dibin.
Weke tê gotin, erê her çendîn bi diyalektîkî her tişt bi hev ve têkildar be jî, lê bivêja “griyê her kesî li miriyê wî tê” jî ne çewt e û ne li dijî zanistê ye. Ji ber ku gunehbarên gelê me yên sereke û yekser her çendîn, her çar dewletên dagirker bin jî û pêşengtiya wan dewleta tirka jî bike, polîtîka û bîrdoziyan vanan, ne ji ya dewletên hegemon ên cîhanî qut in.
Hema em yekser bala xwe bidin siyaset û kiryarên dewleta tirka ya li ser her çar parçeyan dide meşandin, em ê zelal bibinîn ku çawa yekser bi siyasetên DYE û Rûsyayê ve girêdayîne.
Ez bawer dikim mînaka herî li ber çavan û dema nêz daye despêkirin û hin jî dom dike, ya Rojava ye. Dewleta R.Erdogan, li ser siyaset û projeya Rûsyayê êrîşî Efrînê kir û di bin dagirkeriya wan de dinale. Niha, hewl dide ku heman senaryoya bêbext/qeleş li ser Eyn Îsa û hinek herêmên din jî bide lîstin. DYE jî, sala piştî wê, heman siyaseta qirêj, ji bo dewleta R.Erdogan li Serêkaniyê û Girêspî da meşandin û hîn jî dom dike.
Her wiha bi navê Peymana Şingalê, heman siyaseta dagirkerî û qirkeriyê dixwaze dîsa li ser gelê me yê Êzîdî bide meşandin. DYE, ev karê xwînrêj daye destê dewleta R.Erdogan û M.Kazimî û Berzanî!
Ji bo em karibin van nexweşî û xerabiyên sala 2020’an, di sala 2021’ê de bê bandor bikin, divê rêxistinkirinên hîn xurtir û diplomasiya hîn zîrektir em pêkbînin!
Li ser vê bingehê mirov dikare bêje:Bi Xêr Be Sala 2021’ê!






