Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Teoriya qirêj, faşîzm û parazît !…

25/12/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
HEFTEYA LEHENGIYÊ Û SADÎZMA FAŞÎZMA DEWŞIRME
Share on FacebookShare on Twitter

Medeni FERHO

Faşîzma Tirkiyê, bi saya Ewropa bi beden bû. Ev formulakirina qirêjkirin û bê ahlakkirinê ye. Her kes, bi formulekirina pritûka Kafka, “Veguherîn” nêzîk dibe,
Ez wilo nafikirim… Ne tenê vegiherîn e, guhertin e!… Li gorî min, romana Orwel “çîftlîk” ji ya Kafka baştir li rewşa Tirkiyê tê…
Erê, lehengên her du romana jî lawîr in!… Rengê faşîzmê ku civakan dike kerî û di şikeftan da dike kebîs, didine xuya kirin û ev rewş îro li Tirkiyê heye!…
Romana “Berxwedan Jiyan e”, ya min e û ji efsaneyek Kurdan hatiye adapte kirin. Lehengê romanê Çûkê Beytik e, li dijî faşzîma Siltan Silêman têkoşînê dike. Ne guhertin e, ne jî veguherîn e!.. Barxwedan e!..
Roman, li ser mirovan têne nivîsandin, divê di romanê de karakter mirov bin û pêşengiya civakê bikin. Eger di pêşengiya civakê de, leheng, wek Ezdî dibêjin, “ji xîşkê derkeve”, nabe.
Roman civak e, civak nîqaş e, nirx û parastina nirxan e.
Em, bi taybetî Kurd, di serdema “sefalet û rezaleta faşîzmê” de dijîn.
Ev navê faşîzmê ye û faşîzma serdema me, tifaqa AKP/MHPê ye!…
Dema desthilardariyek, li dijî peymanên navneteweyî, li dijî hiquqê gerdinî derkeve û xwe di navenda çerxa felekê de rûnîne, faşîzm e û dibê çavkaniya sefalet û rezaletê.
Faşîzm, sîstema xesp, tecawuz û qikirinê ye. Di xesp û qirkirinê de dagirkerî heye, di dagirkerîyê de, tecrîd heye, binpêkirina mafên mirovan, runekirina edalet û hiquq heye…
Ev teva sucên mirovaniyê ne û “mîslî-dubare dubare” sucan dikin.
Beriya niha bi çendekî, serokdewletên Ewropa li paytexta Belçîka Burkselê kom bûn, armanca wan kiryarên li dijî Tirkiyê bû. Beriya civînê Sekreterê NATO dengê xwe bilind kir, beriya wê jî dostê Erdogan Tramp daxuyanî dabû…
Serokên Ewropa, paş de gav avêtin û li gorî Sekreterê NATO biryar dan û dîroka kiryarên li dijî Tirkiyê taloq kirin.
Taloq kirin, tê wateya car din şêwrê… Her şêwr jî nabe biryara li dijî sucan, dikare bi formulek “gotinên maske” bê dizyankirin. Ev jî encama “fikrên mankênî”ye.
Kurd ji bo “fikrên mankênî”, gotinên “axaftina ji berbetanê zik” û “aqilê ji kîsê xelkê” bikartînin. Piştî civîna rayedarên payebilind yên Ewropî û mudaxeleya şefên mezin, “Hiquqê Ewropa” kete nava tevgerê.
Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropa, daxwaz ji Tirkiyê kir ku demildest Selahaddîn Demîrtaş werê berdan. Pêre pêre Serokomarê “parazît sector û parazît mirovan” Erdogan, derkete pêşberî ekranên “parazît televizyonan” û got,” Ewropa nikare ji bedêla dadgehên me biryaran bide.”
Min gotina “parazît” bikar anî, ji ber ku sîstemên faşîst, herî zêde bi saya hevpar-sektorên parazît û kesên parazît, xwe li ser lingan digirin.
Sîstemên faşîst, hem çavkaniya kargeh-hevpar- sektorên parazît e, hem talîmhane- timarhaneya kesên parazît e!…
Binêrin kesên ji insaniyet û nirxên ademiyetê reviya ne, teva li dora Serokkomarê AKP Erdogan kom bûne; dema ew li “qesr-î sefa” parazîtan dike, yên li dora wî jî di rojnameyan de, di ekranên televizyonan de parazîtan dubare dikin.
Herî zêde, mafiyoz aşiqê sîstema parazît û teoriya qirêj e. Mînak, hevparê Erdogan Dewlet Bahçelî û hevaltiya serok mafiya Çakici ye.
Faşîzm newî selefkarî ye û qijnikan xwedî dike.
Dengê Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropa, tê wateya ku, bizmar, yan jî burxoyê desthilatdariya AKP/MHPê xirek bûye. Ewropa 16 salan, bi kilîda ingîlîz, bizmar û burxoyê çerxa faşîzma Erdogan şidand, bi beden kir.
Lê îro, bizmar û burxo xirek bûne û nema digirin. Mengene, yan jî çerx, yan jî dolaba faşîzma Erdogan xerab dirêse. Bi gotina Kurdan, ava serê faşîzma AKP/MHPê tê germ kirin.
Herî dawî, faşîzm AKP/MHPê, bi “teoriya qirêj” Leyla Guven jî girtin, di roja duyemînde ji Amedê sirgunî Xerpêtê kirin. Xerpêt, taybet e û Kurd ne xerîbên Xerpêtê ne, ji dema Osmaniyan û vir ve bûye cihê zindankirina pêşengên Kurdan.
Kalik û bavê kalikên min jî bi zincîr leleyan birin wê zîndanê.
Xerpêt, qonaxa ku Kurdan ji dîrokê qutdikin e. Lê Kurdên îro, di her mercî de dîrokê dinivîsin, ew valahiyên ku bi raporên “Şerq Islahatê” de derxistin holê, têne dagirtin.
Hamleyên Kurdan, li Ewropa deng vedane, eniya demokratîk, kesayet û saziyên mafên mirovan kirine nava tevgerê. Ava serê faşîzma AKP/MHPê tê germ kirin, têkçûna faşîzmê nêzîk e.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.