Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Faşîzm Bi Qasî Barê Hêştirekî Tengezar Bûye

25/12/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Tayên spî û reş wê ji hev derkevin
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs HENAN

Buyerên girîng ên bi bandor ku rûyê pêşketinên li herêmê û cîhanê ber bi kirîzeke nenas ve dizivirînin derketine pêş. Ya berbiçav ku siya xwe li pêşketinên li herêmê daye, destwerdana faşîzma Tirk a dersînorî ye. Çi li Sûriyê, Îraq, Kurdistan, peravên Ewrûpa û Afrîqyayê dibe û çi jî destwerdanên li ser îradeya demokratîk a hundirê Tirkiyê û Kurdistanê be. Hemû jî bi itîfaq û lihevkirinan pêk tên. Li derveyî sînor bi Rûsya û hinek iqtîdarên destpot ên fena Elserac, Îran, hikumeta Elkazimî, PDK, Bako û Somalê dever dever li hev kiriye. Li hundir jî bi nijadperestiya MHP, Jîtem û sîstema cehşîtiyê re li hev dike. Lê diyare bi serketina serwerê nû ya Koşka Spî re, konseptên lihevkirinê yên li herêmê lez dane xwe. Ji lew re asta êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şehba û gundewarên Efrînê bilindtir bûne ku metirsiya êrişeke hovane ya nû berbiçav e. Faşîzma Tirk hewl dide weke her carê bi rêya çeteyên Sûriyeyî siyasetên xwe yên qirker weke defakto li ser lîstikvanên hegemon tivî bike. Ji ber vê jî li peravên behra spî tevî hişyariyên dewletên YE lêgerîna xwe ya neft û gazê dewam dike. Li Somal û Lîbyayê bi Etyûbya re li dijî Misrê eniya dijber ava dike. Her wiha li Kurdistanê jî bi PDK, hevkar û şaxên wê ENKS, PDK-T, Rûsya û Îranê re li Başûr û Rojava êrişan pêk tîne. Li hundirê welêt jî dest bi pêvajoyeke nû ya qirkirinê kiriye ku nûnerên civakê davêje hebs û zîndanan. Li deverên hatine dagirkirin siyaseta îmha û qirkirina çandî di asta herî hov de dide meşandin. Faşîzma Tirk bi van kiryarên xwe nameyên piralî dişîne û dibêje ku; ew di van siyasetên xwe yên tuneker û asîmîleker de bi israr e. Aliyekî ve jî berê xwe daye Israîlê ku rizamendiya serokê Koşka Spî yê nû Baydin werbigire. Wisa lê hatiye ku şopînerên siyasetên faşîst Erdogan bi hêsanî dikarin têbigihêjin ku binkeftineke cidî li ber iqtîdara AKP-MHP ye. Her wiha diyar dibe ku bi van siyasetên xwe yên piralî tersî lêgerîna xwe bi dest xistiye. Tevî ku bi Rûsyayê re li gelek cihan û bi taybet li Sûriyê û Azerbîcanê li hev kiriye, projeyên veguhestina gaza Rûs û Qoqazê mihur kiriye, asta bazirganiya navxweyî bi milyaran zêde kiriye, lê dîsa jî têkîliyên herdu welatan fena hêştirê barek li ser piştê be ku kevirek zêde li bar bibe jî dikare pişta hêştir bişkîne.
Çawa Tirkiyê hewl dide ji valatiya siyasî hinek qezencên ceosiyasî bi dest bixe, di heman demê de li eniya dîtir, Rûsya, Rejîma Sûriyê û Îran hewl didin heman qezencan bi dest bixin. Rûsya ji bo xortkirina mewziya xwe li hemberî Amerîka, Tirkiyê bi kar tîne û pê re li hev dike. Ji bo rewatiyê jî bi navê rejîma desthilatdar a Baas tev digere. Ji lew re li Eyn Îsayê tevî lihevkirina QSD bi Rûsyayê re, rê dide êrişan û gefan dixwe ku vîna rêveberiyê rehîne bigire. Aliyekî din ve faşîzma Tirk ta ku rewatiyê bide kiryarên xwe, kurtêlxwarên itîlafê ku ENKS enedameke wê ye, serdana Efrînê dikin û bi PDK re li dijî Herêmên Parastina Medya êrişan dimeşîne. Êrişên li ser Şehba, Eyn Îsa, qadên Gerîlla û Bakurê Kurdistanê, diyar dikin ku faşîzm hewl dide binkeftinên xwe bi rêbazên şîdet û zorê binixumîne û dermiroviya veşêre.
Li hemberî van konsept û plangeriyên li ser gelan sekna bîrdozî ya radîkal zîvroneka çarenûsî ye. Dilsoziya bi dozê re dikare hemû plangeriyan vala derxîne û vîna gelan bi ser bixe. Xolamtiya ji projeyên neyaran re, ne azadî, ancax koletiyê biafirîne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.