Sîpan Şînda
Çiyayê hêja û delal Cûdiyê pirr şêrîn
Navê te gelek xweş e, weke leylan Mem û Zîn
Hin mêvan wê ji tere bên cerg û mêlakên wan xwîn
Wan mêvanan bi hebîne, gelek ji te hêvî me
Kurdistan bi çiyayên xwe yên heybet û poz bilind meşûr e. Tu biçî kîjan herêmê, çiyayên wê ji yên din bi heybettirin. Tu biçî li ser kîjan çiyayî tu ji xemla wî, hewaya wî, gelî û newalên wî, bîna gul û kulîlkên wî têr nabî. Her çiyayekî Kurdistanê xemleka xwe ya cuda heye. Lê tu li seranserê Kurdistanê bigerê ez bawerim tu çiyayekî din mîna Cûdî bi xemil, bi sebr nabînî. Aliyekî wî deşta Silopiya (Başûr), aliyê din Şirnexa rengîn (Bakûr). Çiyayekî zirav û dirêj e. Ya rast Çiyayê Cûdî ne gelekî bilind e (2089m), lê belê hingî te bivê kaniyên avê, tembûyên berfê, şikeft û geliyên kûr lê hene. Li nêvsera çiyê hema bêje dar nînin, lê belê jêra wî re hemî daristan e. Dema mirov diçe li ser Deriyê Cibraîl û Deriyê Keran ji Deşta Silopiya bigire heta Cizîra Botan, Dêrika Hemko, Çiyayê Bêxêr, Zaxoka Behdînan û gelek deverên din li ber çavên mirovî ne. Dema gundên li dora Cûdî ava, ew geliyên hemî bi dehl û rez li ber wan kaniyên cemidî dihatin avdan mîna biheştê bûn.
Li gorî baweriya Îslamê û gelê herêmê Cûdî çiyayekî pîroz e. Dibêjin piştî tofan rabûyî keştiya Hz Nuh li dinyayê geraye û hemû çiyan xwe li ber wî bilind kiriye, tenê çiyayê Cûdî xwe li ber wî nifs kiriye û keştî ji hatiye li ser çiyayê Cûdî sekiniye. Min ji hineka bihîstiye ku gotîn min bizmarên keştiyê li ser sefînê dîtine. Jiber ku di Quranê de ji ev mesele tête vegotin, Cûdî weke çiyayekî pîroz tê qebûl kirin. Cihê ku dibêjin keştî lê sekiniye, jêre dibêjin sefîne. Heta salên 1985’an ji gelê herêmê diçûn tewafa Cûdî. Hingî havîn li wêderê şahî dihatin çêkirin û ji gelek deveran gel dihatin wêdê pîrozbahiyê û li gorî gotin û baweriya gelê herêmê heçî heft caran biçûya tewafa Cûdî hecgo çûyî hecê. Dibêjin kesek ji welatekî dûr dikeve rê da ku biçe tewafa Cûdiyê Miradan. Dibêje ev kes heft salan bi rêve tê heta digihê Cûdî nêzîkî sefînê. Lê ew nizane ku ewder Cûdî ye. Li wê derê li kesekî diqeside (dibêjin şeytan e). Yê lê qesidî, dibêje ya lawikê xerîb tu ji kû ve tê û tê kû ve biçî? Ew ji dibêje birader ev e heft sal in ez di rêde me û min niyete ez biçim tewafa Çiyayê Cûdî. Ew kes ji dibêje, ya lawikê xerîb, divê tu heft sal din ji bi rê ve biçî heta tu bigihê Cûdî. Dibêjin ew ji dia dike û dibêje ya Xwida tu rihê min niha li vêdê bistînî û li wêdê dimire û li wêdê tê veşartin. Jiber wê navê wê derê kirine Lawikê Xerîb û heta niha ji tirba wî li wêdê ye.
Li Cûdî gelek cihên dîrokî ji hene; bi taybetî ji li aliyê Şax û Hebler. Kelha Seîd Begê li Girê Çûlya ye. Gundên weke Şax û Hebler, Hesana, Akêt, Bêspin, Cifane bi dehl û fêkiyên xwe têne naskirin. Şax, di heyamê xwe de havîngeha Mîrên Botanê bû. Gelek heywanên kûvî ji li vî çiyayê pîroz dijîn. Lê mixabin di salên 1990’î de hemû gundên dora Cûdî ji aliyê dagirkeran ve hatin xira kirin û ew bi sedan caran ji hatiye şewitandin.
Xêr hatin bila bê ne
Li ser ser û çavan werin
Ew pilingên xakê min in
Ew şêrên gelê min in






