Derwêş M. FERHO
Mahmûd Baksî, nivîskar/rojnamevanê Kurdistanî, di karê xwe de balkêş bû. Di 23 saliya xwe de dest bi rojnamevaniyê dike û heta roja dawî jî domand. Li cem rojnamevaniy 22 pirrtûk nivîsine.
Di sala 1944 de li Suphiyê, gundê Hezo (qeza Êlihê), Bakurê Kurdistan ji dayikê bûye.
M. Baksî bi hemû aliyên xwe balkêş bû. Netewhez, welatperwer bû. Di sala 1967 de di Batman Postasi de dest bi rojnamevaniyê dike.
Di 1968 de di nava refên TIPê (Partiya Karkeran ya Turkiyeyê) de xebata xwe ya siyasî kir. Pirtûka wî bi navê Mezra Botan di 1969 de li Stembolê tê çapkirin. Pey wê jî berhem li pey berhemê hatine çapkirin.
Di wê demê de karê sendîqê (DISK) jî didomand. Ji aliyekî de karê sendîqê, li aliyê din karê siyasî di nava TIPê de û nivîs û pirtûkên wî kete çavê dewletê. Ji ber xebata xwe, bi hênceta ew kurdîtiyê dike, doz lê hate vekirin. 15 sal cezayê girtîgehê jê re hate birîn.
Êdî jiyana wî di xeterê de bû. Mecbûr ma welat terk bike. Di 1970 de berê xwe da dervayê welêt. Li Almanya demeke kurt ma. Di 1971 de jî cunta leşkerî/faşîst darbe li Turkiyê kir. Êdî vegera M. Baksî dijwar ket. Di 1971 de berê xwe da Swêd û li wira bi cî bû.
M. Baksî li Swêd jî karê rojnamevanî û nivîskariya xwe domand. Wî bi Kurdî, Turkî û Swêdî dinivîsî. Pirtûkên wî bi zimanên Swêdî, Danîmarkî, Elmanî, Ingilîzî, Norwecî, Turkî û Holandî hatine wergerandin. Enstituya Kurdî ya Brukselê du ji pirtûkên wî wergerand û bi zimanê Holandî weşand.
Nivîs û berhemên wî ji aliyê dewleta Turk her tim mîna xetereke mezin dihatin dîtin û qedexe li ser wan peyda bûne. Tehdîd li ser hebû. Lê wî tu car kesayetiya xwe ya Kurdîhez hunda nekir. Baweriya wî di Kurdheziya wî de pirr qewîn bû.
Baksî li siyasetvan, rojnamevan û nivîskarên xwedîgiravî “Kurd” ku bi Turkî dinivîsîn, bi dilekî nerm, xweş nedinêrî. Wî ew “dizên wêje, kultûr, sitran, muzîk û folklora Kurdî” bi nav dikir. Di civînên beşdar dibû de ev şerrê taybetî dikir.
Ji dema ROJ TV vebû heta dawî serê çend mehan dihat Brukselê û me hev didît. Berî ew derkevê rê bi telefonê dipirsî “tu çi dibêjî, xal û xwarzê çend rojan bi hevra bibuhurînin?” Yan li mal mêhvan bû, yan jî ji bo rehetiya xwe li hotêla ser otobanê dima. Ji xwe me navê wê hotelê kiribû “Hotêla Baksî”. Heftiyê du rojan jî ambulansê ew ji bo diyalîzê dibir nexweşxanê.
Havîna 2000î ez çûm Swêd û 10 roj li ba wî mam. Ji mal der nediket. Nexweşiya wî lê giran bûbû. Mixabin ji xeynî Mehmed Uzun, rewşenbîr, dost û hevalên ku Baksî gelekî qencî bi wan kiribû lê nedipirsîn. Bo vê yekê jî gazinên xwe dikir.
Mahmûd Baksî her tim bi hêvî bû. Her tim digot “xwarzê, roja em bi hevra herin Kurdistanê ne dûr e”. Her tim dev biken, kêfxweş bû. Şahî dikir civata tê. Li cem nivîskariyê dengê wî jî pirr xweş bû. Sitranên klasîkên Kurdî distrand. Pirr caran digot “diviya ez stranbêj bûma, ne nivîskar”.
Di 19ê meha Qanûna 2000 de xebera nexweş belav bû. Mahmûd Baksî ji nav me koça dawî dikir. Elin Clason, hevala wî ya demdirêj, behsa şandina cenazê wî dike: “Me cenaze şand welêt. Baksî pirr hez ji gerrê dikir. Cenazê wî jî bi şaşîtî li çend bajarên Turkiyê gerriya, paşê gihaşt Amedê”.






