Rojnameya Ronahî

“Ku heskirin hebe tiştek nikare vînê bişkîne”

Leylan Reso/Ronahî-Qamişlo

Mijara tenduristiyê di her qada jiyanê de girîng e, lê li cem gelek kesan astengdarî nabe kelem. Digel tenduristiya ne baş, li ber xwe didin û tiştek nikare vîna wan bişkîne.

“BÊHNA AXA WELAT
JI MIN RE DERMAN E”
Têkildarî mijarê jina bi navê Nisrîn Mehmûd ku li Amûdê bi “Mala Şûşê” tê naskirin, li ser nexweşiya xwe wiha axivî: “Temenê min 40 e. 9 Mehî ta min digire. Min dibin bijîşkê Qamişlo. Ji bijîşk weye ku bi grîbê ketime, nizane ku felcê li min daye. Ji ber derziya li min xistî rayên lingên min hişk dibin. Piştî hingê min dibin Şamê. Bijîşkên wir dibêjin, çareya vê nexweşiyê nîne û ji hingê ve çare nehatiye dîtin. Komeleya mirovî bisiklêtek daye min lê ew jî pir kevin bûye. Pêwîstiya min bi yeke nû heye. Malbatê dixwest min bişînin derve, lê min nedixwest dûrî welatê xwe bikevim. Bêhna axa welat ji min re derman e.”

“RAST E ASTENGDAR IM
LÊ LI BER XWE DIDIM”
Nisrîn Mehmûd di dawiya axaftina xwe de behsa kar û xebata xwe kir: “Min heta refa 9an xwend. Min dixwest bixwînim, lê ji ber nexweşiyê min nikarî. Piştî hingê li malê rûniştim. Hêviyên min pir bûn lê mixabin daxwaziyên min pêk nehatin. Ji ber ku dayîka min terzî bû, ez jî fêrî dirûtina cilan kirim. Ez ji karê xwe pir hes dikim. Niha jî berpirsiyariya malê li ser milê min e. Ji ber ku bavê min nexweşê penceşêrê ye nikare ti karî bike. Dermanê wî bi 300 hezarî ye û mehê du caran em dikirin. Ez balîv, sifinc, med erebî, perde û cilên zarokan didirûm û ji sûkê kêmtir distînim. Çimkî gelê me xizan e. Rast e astengdar im lê li ber xwe didim. Pêwîstiya min bi makîneyeke dirûnê heye.”