Farûk SAKIK
Êrişên dagirkerên Kurdistanê roj bi roj zêde dibin. Her wek leyîstika Satranc-Kişikê şerek li dijî Kurdan tê meşandin. Di van rojan de dîsa ji Kurdan re gotin ŞAH û Kurd jî ji bo MAT nebin bi hemleya Mazlûm Dogan a “Berxwedan Jiyane” bersiv didin. Û kurd bi vê hemleyê ji sala 1982’yan ve li ber xwe didin. Tu hêzek, tu faşîzmek, tu xiyanetek, tu dagirkeriyek piştî vê hemleyê nikare Kurdan mat bike.
Di dîrokê de gelek caran jî hewl dan, bi Pîyonên xwe Kurdan MAT bikin, lê bi serneketin. Di sala 1982’yan de li zîndana Amedê bi hemleya Pîyon Esat Oktay Yildiran, di salên 90’î de bi hemleya Piyon PDK’ê û di sala 2014’an de li Rojava bi hemleya Pîyon DAÎŞ, me dît çawa dixwestin Kurdan mat bikin, lê bi hemleya Mazlum Dogan ew MAT bûn.
Îroj jî dewleta Tirk a dagirker, li Qendîlê li dijî tevgera Azadiyê û gerîlla, li Şengalê li dijî sîstema ku piştî Fermana 73’yan ji xwe re avakirine û li Rojava jî li dijî rêveberiya xweser konsepteke nû daye destpêkirin. Kurdan jî bi pengava KCK’ê ya bi dirûşma ‘Dem dema azadiyê ye’ bersiv dide vê konseptê. Ev pengav îro li her derê belav dibe û azadiya Rêber Apo jî esas tê girtin.
Ji bo vê yekê, li zindanên Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê jî, dîlên azadiyê 27’ê Mijadarê hemleya M. Hayrî Dûrmuş dane dest pê kirin. Ji bo şikandina tecrîdê û azadiya Rêber Apo dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Wan baş dizanibû ku M. Hayrî Durmûş di kîjan şert û mercên zîndana Amedê de, di 14’ê Tîrmehê de, starta vê çalakiya encamgirtinê çawa dabû. Girtiyên dîl yên PKK û PAJK’ê jî bi heman vîn û baweriyê, dest bi “Hemleya M.Hayrî Durmuş” encamgirtinê kirin. Dîsa wek hemleya Mazlûm Dogan, me galak caran ji hemleya Hayrî Durmûş a çalakiya zîndanan re şahidî kir ku çawa encam girtine.
Dema ku pêngavê destpêkir, li her deverên ku kurd dijîn bi bandor di bûn. Îsal dema li parlementoya Tirkiyê, li ser butçeya Tirkiyê ya sala 2021’an nîqaşan destpêkir, parlamenterên HDP’ê di helwest û axaftinên xwe de performansek mezin nîşandan. Her wek ji pêngava Kurdan wan jî bandor girtibû, bersivên dîrokî di dan wezîrê karê hundirîn Suleyman Soylu. Parlamenterê HDP’ê Kemal Bulbul di axaftinek xwe de digot; hûn Esat Oktay bin em jî Kemal Pîr in.
Di salên zindana Amedê de Esat Oktay her tim ji Kemal Pîr re digot; ‘Laz Kemal’. Tu carî nikaribû berxwedana Kemal pîr bişkêne. Piştî êşkenceyên mezin rojek Kemal Pîr li dadgehê dibêje, “Esat Oktay, li kuderê dibe bila bibe, wê tîma Kurdan a tolhildanê silavên min jêre bibin.” Dema ku di sala 1988’an de hat kuştin, çalakvanê PKK’ê berî tetîk bikişîne, di guhê wî de waha dibêje; “Slavên Laz Kemal hene”. Ji wê demê ve “Slavên Laz Kemal” tê wateya tolhildanê.
Li çiyayê Kurdistanê jî gerîlayên HPG’ê tevlî vê pêngavê bûn. Gerîlayên Kurdan li dijî dagirkeriyê bi baweriyek mezin hemleya Kemal Pîr dane destpêkirin. (Kemal Pîr yekem ji wan kesan bû ku ji bo şerê gerîlatiyê xebat kiribû) Li Bakûr û Başûr darbeyê mezin li artêşa Tirk û çeteyên wî dide. Piştî hemleya Kemal Pîr destpêkir, em heroj di Gerîla Tv de Slavên Laz Kemal dibihîzin.






