Mihemed ŞAHÎN
Di civîna lijneya ewlehiya bilînd a di 30’ê Cotmeha 2014’an de biryara plansaziya çongdanîna kurdan dan. Bi ser vê biryarê re Mutabaqata Dolmabahçeyê ya 28’ê Sibata 2015’an de bi raya giştî re hatibû parvekirin red kirin û di 25’ê Tîrmeha 2015’an de bi bombedûmana çiyayên Qandîlê a bi 75 balafirên şer plansaziya xwe ya çongdanînê xistin meriyetê.
Ji wê rojê vir ve ye erdnîgariya Kurdistanê bê navber bombedûman dikin. Weke her carî dîsa pişta xwe bi xeta xayin a kurd ve girêdabûn. Li Bakur bi piştgiriya kurdê xayin cerdewanan bajar û navçe rûxandin, li Rojava bi piştgiriya ENKS’ê Efrîn, Serêkanî, Girê Spî dagir kirin. Li Başûr bi piştgiriya PDK’ê hewldanên wanên dagirkirina Başûr û tasfiyekirina çiyayên Qendîlê bê navber berdewam kirin û dikin.
Di nava plansaziya şerê topyekun a çongdanînê de tasfiyekirina siyaseta kurd û tasfiyekirina HDP’ê jî hebû. Şaredariyên kurdan hatin xespkirin. Her du hevserok jî di navde bi dehan wekîl, bi sedan şaredar û bi hezaran siyasetmedarên kurd pêl bi pêl dîl hatin girtin. Qirkirina siyasî bi awayeke dijwar bênavber berdewam kir û dike.
Armanca wan diyar bû. Bi piştgiriya saziya parazvanê pergala kapitalîst NATO’yê dixwestin pêvajoya berxwedana Dêrsimê careke din bi kurdan bidin jiyîn. Piştî têkçûna berxwedana Dêrsimê komkujiyên mezin pêk anîbûn û serweriya xwe ya faşîst û qirker li ser civaka kurd ferz kiribûn. Di encamê de, heta 20 salan kesî nikaribû qala hebûna kurd û Kurdistanê bike û wan her du têgahan bi lêv bike. Bi kurtahî armanc li çarparçeyên Kurdistanê tinekirina destkeftiyên 40 salên dawîn û di her warî de tasfiyekirina civaka kurd û bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Ocalan bû.
Bi ser biryara wan a şerê çongdanînê re 5 sal derbas bûn. Hesabên wanên kirêt weke her carî dîsa ji vîna kurdê azad û berxwedêr vegeriyan. Di encama şerê 5 salan de Tevgera Azadiya Kurd tasfiye nebû. Bi ser de sal bi sal hêza xwe qayimtir kir û bû hêza sereke ya Rojhilata Navîn. Bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd jî ji hemû civakên bindest re bû çavkaniya sûd wergirtinê û li cîhanê belav bû.
Li gel bi sedan pêlên qirkirinên siyasî û bi hezaran girtinên qadroyan nekarîn siyaseta kurd jî tasfiye bikin. Her ku êrîşê HDP’ê kirin piştgiriya gel a ji bo HDP’ê xurtir bû, rêjeya dengên wê bilindtir bû. Roj bi roj hêzdar bû û bû hêviya hemû civakên Tirkiyeyê. Di heman demê de di qada siyaseta Tirkiryeyê de HDP bûye mifteya serkeftinê. Bêyê HDP’ê ne ji bo eniya “Cumhur” û ne jî ji bo eniya “Milet” serkeftin nepêkane.
Piştî êrîşên qirkrinên siyasî yên 5 salan di nîqaşên budçeya 2021’an ên ku niha di meclîsê de dewam dikin de careke din diyar bû ku yekane partiya muxalîf HDP ye. Yên ku bi siyaseta xwe, bi rexneyên xwe, bi hişyarî û pêşniyarên xwe di meclîsê de ruyê hikumeta AKP-MHP ya faşîst û reş teşhîr dikin û desthilatdariya wan dide zorê wekîlên HDP’ê ne.
Bi kurtahî, yên ku 5 sal berê bi awayeke gelek bi xwe bawer biryara şerê çongdanîna kurdan dan di encama şerê 5 salan de ew bixwe hatine ber çongdanînê. Di qada siyasî û aborî de bi têkçûyineke mezin re rûbirû ne. Di qada navneteweyî de jî tecrîd bûne û bi cureyên ambargoyan re rû birî mane. Bêguman têkçûyîn ji bo wan tê wateya hesabdayineke giran. Lewre her ku têkçûyin nêzik dibe tirs û xofa dilê wan jî mezintir dibe.
Ew jî dizanin, yê ku wan gav bi gav ber bi têkçûnê ve biriye û bi hesabdayineke giran re rûbirû hiştiye berxwedana Tevgera Azadiyê ye, berxwedana HDP’ê ye, bi kurtahî berxwedana civaka kurd bixwe ye. Ji ber wê ye ku Tevgera Azadiya Kurd û HDP’ê weke dijminê xwe yê sereke dibînin û di êrîşên xwe yên li dijî wan de tu pîvan û exlaq nasnakin.
Li gel ku tu biryara dadgehê tune ye, Erdogan di 9’ê Kanûnê de beriya çûna xwe ya Azerbeycanê Selahatin Demîrtaş “terorîst” îlan kir û got, “ti mafê wan ê mulkiyetê tuneye û nepêkane em pêşiya vî terostî vebikin” Bi ser de weke faîlê Kobanê, Amedê û Yasîn Boru diyar kir û got “dadmendiya me nikare vana ji nedîtî ve were” û talîmat da dadgehan.
Şirîkê wî Bahçelî jî ji wî kêmtir nema. Ji ber ku Erdogan bêyî biryara dadgehê Demîrtaş terorîst îlan kiribû wî jî bang li dadgehan kir û got, “Dadgeh bila derbarê Demirtaşê terorist û Kavalayê Sorosî de demildest biryara xwe bidin” û di berdewama wî de bi zimanê xwe yê ku jehra faşîzmê jê dibare êrîşê HDP’ê kir û got, “HDP bûye hêlîna fitne û parçekirina welat, HDP bûye pirsgirêka terorê. HDP bûye çeka tinekirnê ya ewlehiya me ya demokratîk. Hewceye deriyê HDP’ê bi şertê ku careke din neyê vekirin were qefilkirin”
Cîgirê Bahçelî Yalçın jî bi devê xwe yê jehra faşîzmê ji dibare gavekî ji serokê xwe wêdetir çû û HDP’yî û PKK’yî weke “heşare” pênase kirin û got, “HDP û PKK yî hewceye weke celebê heşereyan werin îtîlafkirin (bi komî werin qetilkirin), Vana guruha bi mazbat û bi kravat in, hewceye devê wan were girtin”
Di van êrîşên wanên dawîn de diyar dibe ku berxwedana civaka kurd tenê jî hêla siyasî û aboriyê ve ew têknebirîye, di heman demê de derûniya wan û tenduristiya wan jî serûbino kiriye. Her ku kurd li berxwe didin ew têk diçin, her ku têk diçin dîn û har dibin.
Hasilî, her ku têkçûyina wan mezintir û nêzîktir dibe bi ewqasî tirsa hesabdayinê a di dilê wan de mezintir dibe. Her ku tirsa dilê wan mezintir dibe xezaba wan jî mezintir dibe. Her ku xezba wan mezintir dibe dê çûna wan jî zûtirîn be.






