Ahmet AKTAŞ
Armanc û daxwaza sereke ya dewleta tirka; hilweşandina destkeftî û şikandina îradeya gelê kurd e. Eger ev pêknehat, hewl dide ku astenga derxe ber pêşiya Tevgêra wê, ji bo bandoro wê li parçeyên din bişkîne, siyasetek qirêj a qirker dide meşandin.
Weke kurte şîroveyekê, mirov dikare vê mijarê wisa bide xuyakırın:
1. Li Bakur, di kesayetiya HDP’ê de, êrîşî ser hemû deskeftiyan; sazî û dezgeh û rêveberên Kurdistanî dike. Bi dehan kuştî, bi sedan birîndar, bi hezaran girtî û hwd.
2. Li Rojhilat, di kesayetiya PJAK’ê de, ji bo gel bitirsine û bandora Tevgêra Azadiyê xurt nebe Îran, xort û keçên kurdan dixe zîndanan û li sêdarê jî dide.
3. Li Başûr, di kesayetiya Şingalê de Tirk û Erbîl, êrîşî ser hemû sazî û rêxistin û kesayetiyên dilxwazê Tevgêra Azadiyêne dike, dîl digre, dikuje û ji bo têkiliyên wan ji Mexmûr û Qendilê û Rojava biqetîne, dorpêçkirin û zordestiyê bikartîne.
4. Li Rojava, bi taybetî vê dema dawî, di kesayetiya Eyn Îsa de Tirkiyeyê, hemû Rojava; Rêveberiya Xweseriya Demokrati, PYD, YPG, QSD, PYNK û bi giştî destkeftiyên Şoreşa Rojava, kiriye armanca êrîşên xwe yên qirker û dagirker. Hilbet dewleta tirka tê naskirin, bi serê xwe nikare gavekê bavêje, daxwazên wê çi dibe bila bibe, bêyî destûra Emerîka û Rûsya nikare tevbigere. Nuha li vira, di rû re bi destûra Rûsyayê tevdige, lê ev ne bêyî agahiya Emerîka ye; tê zanîn ku hevalbendê wan ê stratejik e!
Li goreyî rewşa tê dîtin, bi taybetî karê dewleta tirka ya li Başûr û Rojava wisa hatiye dabeşkirin:
Peymana Şingalê, bi koordinasyona Tirka, birêvebirina kiryarî dane destê rêveberiya Bexda û Erbîlê.
Plana Eyn Îsayê jî dewleta tirka bi xwe dimeşîne. Erê bazarê Rûsya dike û Rêveberiya Xweser bi mînaka Efrînê ditirsîne, lê gûman heye ku hîn DYE destûr bi temamî neda ye ku dewleta tirka bi hemû hêzên xwe ve, weke mînak bi firokên şer êrîşî ser Eyn Îsa bike.
Rûsya, di nava lîstokek gelek xeter û piralî de ye. Him dixwaze tirka bike hevparê plana xwe û bi vêna ve, him QSD tengav bike û têkiliyên wan ji DYE dûr bixe û bi navê “vira radestî rejîmê bikin” ve bixe bin bandora xwe. Him bi vê lîskê nakokiyên tirka û DYE jî kûrtir bike. Bêgûman li vîra, bi tenê tirk, di nava dudiliyekê de ye, “gelo di vê valatiya Trump-Biden de, li gel Rûsya vê êrîşê bike an neke?”.
Ji aliyê kurdan ve, divê ev lîsk û armancên van dewletan baştir, werin naskirin, ji siyaset û kiryarên wan ên berê, bêhtîr ders werin derxistin û li goreyê wê tedbîrên hîn xurtir werin standin. Bêgûman bi giştî Tevgêra Azadiya Kurdistanê, li goreyê van stratejî û tektîkan amadekariyên xwe dike, da ku karibe destkeftiyan, ji van plan û lîstokên gemar ên van dewletan, bi parêze û her bi pêşkeve.






