Zekî BEDRAN
Kesê bi navê Serbest Lezgîn di televizyonê de dibêje; PKKê ji bo Kurdan tiştek nekiriye û divê ji Başûr derkeve. Weke din dixwaze ji Şingalê jî derkeve. Sirf bi navê xwe, yan jî bi navê hikumeta Başûr PKKê ji hêzên din re dike hedef. Halbiku gerîlayên PKKê ji sala 1982yan ve li Başûr dimîne. Bi taybetî li şûna ku Şingal li bo Serbest bibe ciyê şermê, di nava kêferatê de ye ka wê çawa PKKê bixe tengayiyê û Êzîdiyên ji komkujiyê re hiştîn bi navê wan ti rêxistin neminin. Jixwe piraniya Êzîdiyan li Şingalê namînin. Ji ber DAIŞê reviyan yan çûn Ewropa yan jî di kampên koçberan de ne.
Dema DAIŞê êrişî Şingalê kirî ji ewlekariya wir PDK û pêşmerge berpirs bûn. Jimara pêşmergeyan jî bi hezaran bû. Fermandarê wan jî Serbest Lezgîn bixwe bû. Kê ferman da pêşmergeyan ku bê teqandina fişekekê dev ji Şingalê berdin. Divê Serbest bi navê gel li dadgehekê were darizandin. Kî bû sedem ku bi hezaran Êzîdî hatin kuştin, bi hezaran bûn dîl, bi hezaran jinên Êzîdî li bazara dîlan hatin firotin? Nikare bêje, “şer e, me şer kir lê hêza me têrê nekir.” Liwre bi DAIŞê re hîç neket nava şer û bi sedhezaran Êzîdiyên bêçek û bêparastin hiştin di nava lepên DAIŞê de.
Dibêje, “bila ji Şingalê derkevin, ne yên vir in.” Bi vî awayî dixebite ku gelê Başûr bike dijber û serê Êzîdiyan jî tevlîhev bike. Dibêje; “hêzên biyanî yên biçek” û di serî de Iraq ji Emerîka û Tirkiyê re dike hedef. Her kes dizane ku ji bo pêşîgirtina li komkujiyan gerîla çû Şingalê. Dema ku ew ji Şingalê direviyan gerîla berê xwe da wir. Pêşiya qirkirineke mezin girtin. Êzîdiyên mayîn parastin û ji perwerdeya wan ya ji bo xweparastinê xwerbirêxistinkirinê re bûn alîkar. Ji bilî vê tişteke ketî destê gerîla nîne. Dema gel bi kêrî xwe hat jî hêzên xwe yên bingehî ji wir kişandin. Derdê PDKê bi zanebûn, xwebirêxistinkirin û bûna Êzîdiyên ya îradeyê ve têkildar e. Weke bere wê ew bimeşînin, hukum li wan bikin û dasthilatdariya xwe mayînde bikin.
Berî niha bi yekîneyên bizirxî êrişî Şingalê kirin. Ji bo ku şer dernekeve 2 gerîlayên ji bo axaftinê çûyîn cem wan jî di navê de 6-7 kes kuştin. Dema fêm kirin ku wê rezîl bibin bi şûn ve gav avêtin. Lê dev ji hirsa serdestiyê bernedan. Bi êrişên Tirkan re wan jî êrişên xwe zêde kirin. Pişt re bi pêşengiya Emerîka bi Tirkan re bi ser Iraqê de çûn. Bê ku guhê xwe bidin Êzîdiyan bi Iraqê re peyman imze kirin. Gotin; bila Kurd xwe bi rêve nebin, Şingal bikeve binê destê Iraqê bila bikeve. Lê xetera mezin ew e ku komplogerî û rêbaza siyaseta xwe didomînin. Halbiku Êzîtiyên wir ne di rojeva hukumeta Iraqû de ne. Êzîdî jixwe di nava sînorên Iraqû de ne. Hêzeke wan ku gefê li Iraqû bixwin û niyeteke wan jî ya wisa nîne. Lê bi komploya PDKê niha Iraqê bi hezaran leşker şandine wir. PDK vê bes nabîne, Iraqû geş û gur dike da şer derkeve. Dibêje Iraqê peyman tam pêk neaniye û çekdarên biyanî jî ji wir derneketine cilên xwe guhertine.
Serbest Lezgîn dibêje; gerîla ne welatiyên Iraqê ne, mafê wan nîne ku li erdê Başûrê Kurdistanê bimînin, ew ji bakurê Kurdistanê ne. Bi dehê salan e PDKê zimanekî wiha dijminane bi kar neanîbû. PDK ne ji kongerya neteweyî re dibêje erê, ne xwe nêzîkî diyaloga bi PKKê re dike. Li başûrê Kurdistanê bi dehan baregehên leşkeri yên Tirkiyê hene û her tim wir bombebaran dike. Serbest Lezgîn ji bo dijminê herî mezin yê Kurdan dewleta tirkî ya faşîst nabêje hêzên xwe ji vir derxe. Dibêje PKK li vir e ji ber wê êriş dikine. Bi vî awayî êrişan rewa dike. Di serî de Emerîka giliyê PKKê li cem dewletan tevan dike. Dixwaze bi vî awayî li hemberî PKKê eniyekê çeke.
Di serî de Êzîdî divê Kurdên li her çar parçeyan Serbest Lezgîn û xeta wî ya siyasî nas bikin û efû nekin.






