Medeni FERHO
Feodalîzm jî organîzsyonek xwedî hiyerarşi ye!..
Dîrokzan, lêkolîner, feodalîzmê wek girêdana kesayetan bi nav dikin. Lê, dema ku behsa Roma dikin, dibêjin; “Roma sîstemek feodalî ye, lê têkiliya kesayetan derbas kiriye”.
Roma jî, Yenana kevin jî, ji navendên bajaran dihatin rêvebirin. Di wê serdemê de, li Kurdistan û Rojhilata Navîn jî bajar hebûn û teva di rengê “kelihan”de bûn.
Yek ji van kelihên ji serdema feodalî maye Hewlêr e!
Bajarê Hewlêr mezin bûye, kelih jî weke rêze dîwarekî bi heriyê seyandî biçûk maye. Peykerê li ber dîwarê kelihê û raserî kolana mezin, bêhtir ji kelihê bala mirovan dikişîne.
Bajarê Hewlêrê, dîwarê keliha feodal derbas kiriye, lê zihniyeta feodal derbas nekiriye. Dema mirov li kelihê û li bajêr dinêre; yek, keliha xwedî nirxên organîzyona fedolî korîk xuya dike … Du, ekabîrên ji serdema Saddam cirîdê diavêjin… Sê, şefên komên di rengê partiyên siyasî de û xwedî komên çekdar hukumran in.
Dîmenekî balkêş e û em di vî dîmenî de dibînîn ku, çînê ekabîr û şefên komên partiyan, li ser pişta dînamîkên gel gihane serdema “defacto”yê, lê dînamîkên xwedî îrade, bê îrade kirine.
Vêce; 30 sal in li Hewlêr, defacto heye û komên bi navê partiyên siyasî jî hene û hukumran in. Partiyên siyasî, berhemên dewletê ne, xwedî rêbaz û peyrew in û li gorî qanunên dewletî têne avakirin.
Her partiya siyasî, mecbur e di rêbaz û peyrewên xwe de, erda welat, mafên mirovan, rêkûpêkiyê-asayişê, nirxên gel, demokrasî û edaletê biparêze.
Di sîstema dewlet û defactoya bi nave “federasyon”ê de jî, desturname, qanun, hiyerarşiya burokratîk, parlamento, wezaret, dadgeh û hêzên ezlekariyê hene.
Li Hewlêrê jî xuya dike ku ev teva (!) hene!..
Yanî Hewlêr, di mercên modernîteya kapitalist de, bajarekî bajarvanî ye, têkiliya kesayetî, girêdana feodalî derbas kiriye. Lêê, dîmen cûda ye!…
Dîmenê kolanên Hewlêr, yên roja ku statuya Herêma Başûr hate erê kirin û dîmenê îro yên kolanên Hewlêr gelekî ji hev cûda ne.
Dîmenê Hewlêr, di sala 1992an de, dema raperîna gel dest pê kir, hêzên dîktator Saddam û faşîzma BAASê qewirandin, asoyên paşerojên Hewlêr bi stêrikên azadî, bi ronahiyek têr hêvî hatibû xemilandin.
Gelê herêma Kurdistanê, bi gotina Hozan Serhad “Hewlêr ji nû de ji dayik bû/ Hewlêr bi pêt û agir bû.” xwe ji nû da ava kir.
Piştî 30 salî, em li dîmenên kolanên Hewlêr dinêrin; em wan asoyên bi stêrikên azadî û ronahiyek têr hêvî nabînin. Di aliyê statuyê de jî, ne dewletbûn heye, ne jî feodalîteya li gorî nirxên civakî maye. Rewşek “olîgarkî” (1) “serfdom” (2) heye!…
Partiyên herêmê, ji zanista serdemê, ji hunandinek modern, pêşketinên cîhanê dûr in, navên wan partî ne, lê di bajarên xwe de, di avaniyên rêveberiya xwe de, bi aqilê “tûrewên mafiyoz” derketin holê.
Mafiya jî nikare dewletan, nikare sîstemên federal û defecto birêve bibe.
Desthilatdariya li Başûr, desteya wezîran, sazî û dezgeh teva di rengê, “emrîyonî”-şane-hucreyî de ne, artêşên taybet yên partiyan hene; hêzên eşîrên girêdayî hizban jî hene û “local” in.
Gelê herêma Başûrê Kurdistanê jî, çi hêvî dikir, çi derkete pêşbarî wan!…
Ev hevok hem pirs e, hem bersiva ku gelê herêmê, çima û ji ber çi, dest bi berxwedanê kirine. Gel, sîstema partiyên ku nikarin sîstema demokratîk ava bikin, bi artêşek hevpar xaka xwe biparêzin, edaletê pêkbînin, dest bi berxwedanê kiriye.
Gel, bi berxwedana xwe mesajê dide û dibêje; me sîstema faşîst ya Saddam qewirand, partiyên herêmê, dewleta Tirk ya faşîst anî li herêmê, di aliyê aborî, kuturî de û eskerî de bi cih kir.
Gel, bi berxwedana xwe da xuya kirin ku ew vê rewşê qebûl nake.
Hozan Serhed jî dibêje, “Agirê serhildanê / Keliha berxwedanê / keliha Serhildana Egîdan e” û dewam dike; Hewlêr namîne wek caran / Wê bibe gora xayînan”…
……………….
1-Olîgark…. Kesên, li dora desthilariyê, bi şelandin û talana gel dewlemend dibin û hukumran in.
2- Serfdom…. koletî, reaye!…






