Derwêş M. FERHO
Ez goman dikim ku ev mijar hesas e û bibe çiyê munaqeşê. Lê ji bo min giring e û divê ez ya dilê xwe bêjim. Hêvî dikim dilê kesî ji bo vê yekê nemîne. Çawa rêza min li bîr û baweriya kesan heye, ji wan jî heman tiştî hêvî dikim.
Dosteke demokrat, di nivîseke xwe de weha dibêje. “Çep li Ewropa nikarin û naxwazin dev ji îslama siyasî berdin”. Ez jî lê zêde dikim “herweha çep li Ewropa di xefka Îslama siyasî, di bin tesîra lobystên siyaseta dewletên Turk, Ereb û Îranê de ne”. Di wê çarçeweyê de xebata wan ya “internasyonalîst” her tim yek alî ye û di temamiya dîrok û xebata xwe de ev şaşitiya xwe terk nekirine.
Yek bi yek, li partiyên siyasî li Ewropa binêrin. Çepên ji van welatan hatine endamên partiyan in û di lîsteyên bijartinên parlemento û şahredariyan de darîçav in. Û ew dikevin pêşiya dengê muxalefeta welatên jê hatine. Çepên Turk nahêlin partiyên wan li ser pirsgirêk û têkoşîna demokratîk li Turkiyê, yên Ereb û Îranî nahêlin rejîmên Îranê û Welatên Ereban tuşî rexneyên giran bibin. Xwedîgiravî demokrat û çep in lê di binî de alîkarên rejîmên welatên xwe ne.
Li Almanya, Fransa, Holanda, Beljîka û hwd. gelek endam û parlementerên Turk, Ereb, Îranî hene. Bêje temamiya wan jî di bin navê demokratbûnê û çepitiyê de di nav van partiyan de bi cî bûne. Partiyên wan guhdariya wan dikin. Ew çi dibêjin ew dibe. Partiyên wan ku hez dikin li ser mafên merovan, mafên gelên bindest biaxivin, ji vê rastiyê re kerr û kor in. Loma jî meriv siyaseteke darîçav, bi tesîr di hember dewletên mîna Turkiyê, Îran û Ereb de nabîne. Lê dema mijar tê ser mafên merovan, demokrasiyê û internasyonalîzmê bi giştî zimanê wan ji yê her kesî dirêjtir e.
Çepên Ewropa ne bes derî li ber dengê muxalefeta dewletên mîna Turkiyê, Îran û Ereban digrin, herweha bi zanebûn yan jî bi nezanî dijminahiya tevgerên azadiyê li Turkiyê, Iraqê, Îranê, Fasê , Suriyê, … dikin.
Di dema serhildan û şoreşa Başûr de, bi taybetî ev hêzên çep bûn ku hêza Kurdî bi emperyalîzm û siyonîzmê ve girê didan. Ji çil salî zêdetir e ku di hember fazîzma dewleta Turk de Tevgera Azadiyê di şêrtên herî dijwar de têkoşînê bi rê ve dibe. Ji bo heman hêzên çepan li Ewropa “ev tevger separatîst e, di xizmeta emperyalîstan de ye”. Li Suriyê, li Rojava ev 6-7 sal in têkoşîneke bê hempa bi rê ve diçe. Sîstemek ku di xewn û xeyalan de nebû, demokratîk, merovhiz hatiye avakirin. Lê dîsa ev hêzên çep û xwedîgiravî demokrat kerr û korbûna xwe didomînin.
Li Fasê tevgera gelê Berber, kî ji hêza çep li Ewropa behs dike? Kî behsa çend pêkhatiyên Îrana nuh dike?
Bê goman, rola berjewendiyên dewleta di vê rastiyê de mezin e. Dewlet û rayedarên wê berjewendiyên dewletê esas digrin. Lê rola kesên “çep û demokrat” jî ne kêmtir ji ya van deweletan e. Ew jî deriyê partyiyên xwe li ber dengê muxalefeta dewletên mîna Turkiyê digrin. Divê ev siyaseta qirêj were berterefkirn. Ev jî li ser milê her xort û keça Kurd e ku di nava hêzên siyasî, komele, sazî, dezgeh, zanîngeh, kar û xebatên cuda de bibin xwedî cî. Kî hez ji çi bîr û raman, îdeolojî û olê dike ne asteng e. Ciyê heza we lê heye xwe bi cî bikin. Ev yek ji giringtirîn rêçikên xebateke serketî ye.






