Faruk Sakik
Di van salên dawî de têkiliyên PDK û Barzaniyan bi dewleta Tirkiyê re roj bi roj xûrt dibin. Dewleta Tirk, di siyaseta xwe ya dijminatiya kurdan de, ji wan çi xwest, wan yek bi yek bi cîh anîn. Berdêla vê yekê jî; şîrketên malbatê hatin parastin. Firotina neftê dest pê kir, li ser Tirkiyê re pere sewqî hin bankayan kirin û di bankayên Tirkiyê de hesabên wan yê veşartî çêbûn.
Dewlemendiya malbata Barzaniyan bi Tirkiyê re sînorkirî nema, li her deverên cîhanê belav bû. Di borsayên cîhanê de navê şîrketên wan hebûn. Li gelek deverên cîhanê şîrketên nû avakirin. Qesr û vîllayên wan di magazina cîhanê de deng dan. Di lîsta herî dewlemendên cîhanê de navê wan jî derbas bû.
Lê ji bo gel tu tiştek nehat kirin. Butçeya ku ji Baxdayê dihat jî malbatê di nav xwe de parve dikir. Her wek civak bi birçîbûnê hatibû terbiyekirin. Gendelî êdî bûbû parçeyek jiyana wan. Dîsa gelek pêşengên PDK’ê û malbata Barzaniyan, heryek ji wan xwediyên 20-30 ‘pêşmergeyên xeyalî’ bûn. Her meh ji bo van pêşmergeyên xeyalî ji hikumeta Baxdatê pere digirtin.
Di nava van 25 salan de bi tenê tiştek kirin, li Hewlêr û Silêmaniyê di sektora înşaatê de bi fîrmayên Tirkiyê ve her roj avahî bilind kirin. Ev avahî yên betonê ji bo gel nehatin çêkirin, bi tenê ji bo fîrmayên Tirkiyê dewlemend bibin hatin çêkirin. Li aliyê dinan belengazî dewam dikir.
Bi serdema Neçîrvan Barzanî re di danûsandinên bi Tirkiyê re jî ketin qonaxek nû. Neçîrvan Barzanî têkiliyên xwe yên bazirganiyê yen taybet, wek têkiliyên berjewendiyên herema Kurdistan pênase dikir. Car caran di hevdîtinên Enqerê de heqaret dîtin lê ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî bêdeng diman.
Piştî referandûma serxwebûnê ya 2017’an de em tev bûn şahid ku Erdogan ji bo wan çi awayî gef dixwar û wan bi birçîbûnê çawa tehdît dikir. Lê em tu carî hîn nebûn di lobiyên Enqere û Hewlêre de çi qewimîn. Gef û êrişên piştî referandûmê di demek kurt de bi civakê hat jibîrkirin. Lê dîrokê ji bîr nekir.
Bi peyva serxwebûnê gel xapandin. Ji xwe ev 25 sal e dewletek malbatê hebû. Di van salan de ji bo azadî û demokrasiya gel tu tiştek nehat kirin. Hizb û hêzên heremê jî ji aliyê PDK’ê ve hatin îknakirin û herem di nav xwe de parvekirin.
Lê di van salên dawî de li Başûrê Kurdistan êdî kurdên azad hebûn. Wê destûr nedana rêvebirina xerab, wê li hember gendelî, nedana mûçeyan, talan û diziyê jî bêdeng nemana. Wisa bû roja hîsab pirsînê bû û daketin kolanan. Xwepeşandanan bi roja dewam kir.
Lê Barzaniyan ji dewleta Tirk a dagirker çandek dinan jî girtibûn. Rejima Tirk li hember kurdên bakur kîjan rêbaz bikardanîn, çawa êrişî mafxwaziya kurdan dikirin, PDK jî bi heman şîweyî êrişî xwepeşevanan kir. Hêzên çekdar yên hizban êrîşî gel kirin û roja ev nivîs hat nivîsandin 10 şehîd hebûn.
Lê wan çikir di dewsa wan guhdarkin bersiv bidin daxwazên wan, tevgera azadiyê tawanbarkir. Gotin tu pirsgirêkên gel tune ye hin hêz wan sor dikin. PDK û malbata Barzaniyan jî bi van gotinên ziwa bawerî nedanîn. Êdî wan jî baş dîtibûn ku li Başûrê Kurdistan kurdên azad henin.






