Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dijwariya şîrovekirina pirsgirêka navxweyî

14/12/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Ez Kurd im, Kurdî dixwazim
Share on FacebookShare on Twitter

Derwêş M. FERHO

Di qada navneteweyî de li ser xwe axaftin dijwar e. Ji bo civakek ne agahdarê pirsgirêka Kurdî axaftin hêsantir ji yeke agahdar. Bê goman her du alî jî ji bo mafên bingehîn ji bo Kurdan hemfikir in. Her du alî jî xwedî hişyarî ne ku neheqiyeke mezin li ser Kurdan di qada navneteweyî de heye. Lê dema pirs tê ser rewşa navxweyî, aliyê agahdar me asteng dike.
Di nava YE de 26 dewlet endam in. Brîtanya di sibata buhurî de ji vê yekîtiyê derket. Li cem hikûmetên dewletê, gelek hikûmetên herêmî jî hene, lê ew di bin sîwana dewleta netewî de kar û barên xwe yên taybet bi rê ve dibin. Kultûr, perwerde, rêvebiriya şahredariyan, … li ser milê rêvebiriyên herêmî ne.
Diyaspora Kurd di temamiya van dewlet û herêman de heye. Hêdî hêdî di hemû qadên dezgehan de xuya dikin. Xwendekar, akademisyen, siyasetmedar, parêzer, hunermend û karmendên Kurd. Komele û saziyên cuda, serbixwe, yan ser bi partiyên cuda, li temamiya Ewropa kar dikin. Lê, çi manî hene ku xebata tê hêvîkirin ser nakeve?
Sedemên siyaseta berjewendiyan di nava dewletan de bidin aliyekî û li ser maniyên navxweyî bibihîzin. Akademisyeneke Katalan, Maisara T. Sassi, ji Zanîngeha Ramon Llul, diaxive.
Li Bakurê Kurdistan ji çil salî zêdetir şerrekî çekdarî heye. Eniyeke ji partî û saziyên pêkhatiye nîne. Kurdên rahiştine çekan û bi dewletê re şerrê tevgera şervanên azadiyê dikin zêdetir xuya ne. Di siyaseta legal de partiyeke daxwaza çareseriya siyasî dike heye. Lê di heman demê de gelek Kurdên hevkarên dewletê hene û roleke mezin di vê bêçareyiyê de dilîzin. Li gor çavkaniyên taze civaka Kurd her roja diçe kêmtir bi Kurdî diaxive. Ji hesta Kurdbûnê dûr dikeve. Mêjiyê Turkî, bîr û raman ketiye her mal û quncika Kurditanê.
Li Rojhilatê Kurdistan asîmîlasyonek xurt ketiye dewrê. Mînaka Bakur li wira jî xuya dike. Lê hestiyara Kurdî hê ne di xetera mîna Bakur de ye. Bi Kurdî jiyan xurt e. Lê xeter bi vê rastiyê berteref nabe. Ji zora dewletê siyaseta Kurdî ne mimkin e. Jiyana aborî û civakî li wira kambax e. Saziyên kultûrî û civakî di bin derfetên dijwar de. Lê sê-çar hêzên siyasî heta niha sîwaneke siyasî pêk neanîne. Ev jî hêjayî li xwe nêrîna ber neynikê ye.
Li Rojava, hestiyariya navneteweyî darîçav e. Dînamîk û potansiyela li xwe xwedîderketinê, hesta Kurdî xurt e. Ji 2014 ve rêvebiriyên Rojava bi gelek awayên cuda li çareseriyên alternatîf geriyan. Di qada siyasî, leşkerî, perwerde, kultûr û civakî de gavên mezin avêtin. Bi hemû astengiyên rû didin re heta niha serketî ne. Lê dîsa rewş hassas e. Partiyên siyasî heta roja îro eniyeke netewî pêk neanîne. Ewê çawa li hev bicivin û ber bi stratejiyeke bi hevra biçin ne xuya ye.
Başûrê Kurdistan ji 1992 ve di reweşeke cuda de ye. Heta 2005 du hikûmet, di du herêman de ji sedî şêst ji herêmê îdare dikirin. Ji 2005 ve xwedîgiravî hikûmetek muşterek heye. Lê mixabin di rastiyê de weha nine. Berê aliyekî bi Îranê ve, aliyê din bi Turkiyê ve ye. Rast e perwerde, jiyan, îdare bi Kurdî ye, lê mêjiyekî netewî, îradeyek xwedî biryar ku bi nav û hêza temamiya Başûr kulma xwe li masê bide nîne. Kurd li wira yek vucûd in, li mixabin du serî ne.
Em heman tiştî li Ewropa dibînin. Xebata civaka Kurdan li Ewropa tê kirin berfereh e. Civakek çalak e. Çi bidest dikeve? Ne pirr tişt. Sedem? Nebûna sîwaneke netewî. Belavbûnek siyasî heye û ev gelekî tesîrê li ser hêzên ku em ji wan piştgiriyê dixwazin dike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.